ÇIRA PÊNCA*

Diyarî bo canê tembûra Mihemed Şêxo

Fewaz EBDÊ

Li gasîna Mehabadê çar çira li hev diciviyan, û mîna her şev gilî û gazinên xwe bi hev dikirin. Yekê ji wan ji xuşkên xwe re digot:

– Ma ta kengî emê weha bin?

– Çima? Çi bi me hatiye?. Xuşkeke wê lê vegerand.

– Ma çi bi me nehatiye!! Ji çaxê ko tê bîra min, em her çar in; ne em kesî dibînin, û ne kes me dibîne. Her şev emê her çar beramberî hev rûnin û li rûçikên hev binerin. Bese! Em dilsar bûn.

– Û çi di destên me de heye? Ya sisiya derbasî axaftinê bû.

– Gasîna çarçira.. –ya dudiwan got- va gasîna Mehabadê jî bû bi navê me. Ma hûn çî din dixwazin?!

– Çi di destên me de heye!!?- Ya yekemîn got- Gasîna çarçira! Û dûvre?! Ta kengî emê her çar tenha bin?! Em li vir daleqandin û pişta xwe dane me.. Roj derbas dibin, sal derbas dibin, û roj bi roj emê bêne jibîrkirin..

Çira siyemîn da xwe, ko rabe, serê wê li darê pêve daleqandî ket.. bi xeyd got:

– Hohoo, karê we eve! Win nahêlin em şevekê dilxweş xewkin!! –berê xwe da ya yekemîn – Û tu? Ta kengî tê wiha bê hêvî bî? Û dilê me sar bikî? – Li ya çaremîn zîvirî û gotina xwe berdewamkir- çima tu bêdengî xwihê? Tu jî gotinekê bibêje.

Çira çaremîn, ya ko bêdeng bû, serê xwe rakir û bi giranî ji wan re got:

– Yê em daleqandin me jibîr nake, lê dilê min ji min re dibêje, ko wê mêvanek me bê.

Bi vê gotinê re axaftinê rêçikeke din girt; rêçika hatin û nehatina mêvan. Lê her çaran di dil xwe de hêvî dikirin, ko rast be.

Berî şevbihêrka wan bi qede, çirak di gasînê de vêket.

Axaftin qut bû. Her çar bi hevre bezîn berû pêve û bixêrhatin tê dan. Pirs weke tîran lê barandin, her yekê dixwest –berî ya din- tîra xwe bavêje û çîroka wê binase.

Mêvana wan hêsirên xwe paqijkirin, bi wan re bişirî û dest pê kir çîroka xwe ji wan re got:

Ez yara dengbêjekî bûm. Rojekê ji rojên zivistanê, me hev naskir, û ji wê rojê ta roja îro em bi hevre man. Min gelek serêşî bo wî peyde kirin; her ko em bihevre dîtibana, ew digirtin, û piştî êşkenc û lêdanekê ew berdidan. Carekê piştî girtinê, min dît du hevalên wî ketine bin çengan û ew anîn mal. Min xwest nivîna wî deynim, yek ji wan bi lez ji bin çeng derkert û nivîn berî min jêre danîn, piştî ket nav nivînê, min xwest goreyên wî ji piyan bikim, lê yê din berî min ew kar kir. Çermê ling bi goreyan ve hat. Qarîn ji min çû, lê kesî ji wî pêve qarîn a min his nekir. Li min zîvirî û bişirî û dilê min xweşkir, ko ti êşa gelek tune. Bi şevan ez û wî li gundan veşartî diman, lê me newêrîbû xwe li Xecokê veşêrin, bi sedema ko pêşî diçûn li wir digeriyan, û tade li malbata wî dikirin. Ko em tenha diman, li min dinerî û ji nav wê êşê ken li ser lêvan ronî dida, dilê min geş dikir. Lê ko destê min digirt, kul û derdên wî bi stiranî diherikîn.

Gelek caran hêsir ji çavên wî dadiketin, û carna borîna giriyê wî bilind dibû. Li min dizîvirî û digot:

(Şerme mêr bigrî. Ne waye? Lê ez û te bûne yek can, lewre ez li pêş te digrîm. Ez bawerim ko tê vî razî veşêrî).

Min bi erêtî serî jê re dihejand.

Şevekê ji şevên zivistanê, di salekê ji van salan de, hat ez hilgirtim û meşî.. Di bin baranê de ez binçengkirim, da ez şil nebim, û sînor derbaskir. Ji Qamişlo reviya û ez pêre. Em hatin Mehabadê.

Şeva çûyî, min bi saz û wî bi stiran, me şevbihêrkek lidarxist.

Piştî em vegeriyan mal – û mala me jî odeke biçûke, ji bindarkekê û mitêlekê pêve lê tune – ba û bablîsokeke xurt rabû. Wî xwe li ser bindarkê vehesandibû. Min xwest di ber de rakevim, lê wî nehişt; ditirsiya ko parsiwin min bişkin. Lewre bi tayekî, ez bi dîwêr ve daleqandim. Vîzevîza bê xurttir dibû, û ji nişka ve pencere vebû. Bi vebûna wê re cam şikest û bablîsokê li hundir lîst û ez li hev zîvirandim, ez ketim û parçe parçe bûm.. ew ma; ta spêdeyê xew nekir. Ma di ser min re rawestiyayî, li min temaşe dike. Vê sibehê, bi rojhlat re, çend keç û xort hatin ji bo serkevtina şevbihêrkê li me pîroz bikin. Çavê yekî ji wan bi min ket. Bi min ve bezîn. Xwestin dermanekî ji min re bînin, çarekê bikin, lê wî nehişt. Rabû parçeyên min danhev û xistin kîsike sipî û di ber re ji wan re digot:

Kes destê xwe nedê. Min sûnd xwariye ezê tembûra xwe li kêleka Qazî Mihemed veşêrim.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

Helbesta Çima! ya Nivîskar Ezîz Xemcivîn wekî pirsgeha xwedî hest û dîmen, di nava wêjeya kurdî de derdikeve. Ew pirsên ku helbest dikare ji xwe bike: “Çima ez hîn jî hebûm?” û “Çima jiyan bi awayekî tê girtin, lê divê ez bimirim?” Helbest wekî tîrêj di deriyê xewnan, hest û…

Ezîz Xemcivîn

 

Kesayetiyeka ko pir gotûbêj li ser çê bûne, pir gotegot wek pencereyekê li ber hemû bahozan vekirî be…

Dixwazim çend gotinan ji bo dîrokê derbarê evê kesayetiya Kurdperwer û hezkerê welatê xwe pêşkêş bikim…
Seydayê Tîrêj ji min re got: „di mirina Xweda ji wî razî be têkoşer Hecî Mihemedê…

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…