Helbest u Vidyo

BÊRIYA TE DIKIM

Fewaz EBDÊ

Çawa agirê Newrozê li ser girê Niqare dibe neynika canê me

Çawa penaber bêriya germa nehwirandina stiranan dike

Çawa dil bêriya sirra bayê sibehê dike

Çawa can xwe bi navê Qamişlo ve dadleqîne

Çawa balinde di navbera Qamişlo û Nisêbînê de diçin û tên

û stiranên evînê awaz dikin

            Bêriya te dikim

Her ku dilê azadiyê di bin kavilên bendewariyê de dijene

Her ku ba bêhna axa ku em lê meşiyan bi ser me de tîne

Her ku kaniya gund li ber dengê bilûra şivan semayê dike

Her ku kolanên bajêr bi vedenga navê te mest dibin

Her ku tîrêja rokê sinbilan radimîse

            Bêriya te dikim

Bêriya dêmên te yên dişibin pelê gula avîgirtî dikim

Bêriya dengê te dikim, ku kelecana di hinavên min de aram dike.

Di her sirra bê de

Di baskê her balindekî dûr difire de

Di her çirisandina awirekê di nav kavilên wêran de

Di kenê ku Niqare bi Qamişlo ve girêdide

Bêriya te dikim

Bêriya te dikim

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…