JIHEVKETINA SOZAN HÊVÎ BELAV KIRIN

  Sernivîsa rojnameya DENG *

Di destpêka sozgarê nû de..tixûbkirî ji 10-7-2000 an de , dêmekî mêjûya sûnda D. BEŞAR EL ESED serokê komarê , ya yekemîn, peyva li ser serrastîkirin û nûjenkirinê bêtir bû, dema ku di axavtineke giştebêjî de li pêşiya Encûmena gellê Sûrî , soza serrastîkirinê hindur û bi berfirehî ji Konevanî û Abûrî û Hînî û Pîşekî û Werzî (çandinî)…û h.w… da
ku zelalî û ravekirin şêwazên gihîjtina armanc û xwestekên rêncberiya gell û civaka Sûrî bikin, û ew axavtina sûndê di navîna rêjîmê de ma mina rêbaza delîveyê ..an pirojeyekê  bi guhertin û nûkirinê re hewdel bû ta pilekê ku dirikandina neştimaniya demoqrat jî bi hemû pêhristên xwe yên Konevanî- Çandî- Zanestî- Mafxwazî ,hêviyên mezin pêve girêdan, ew bizava ramyarî û şaristanî (bajarî) bi nav bû (BUHARA ŞAMÊ) çiku Şama paytext û herêmên dîtir kar û çalakiyên berfireh derbarî sîmînar û hevdîtinên konevanî û rewşenbîrî ku civaka Sûrî bi hemû rengên siya netewî – olî – konevanî, tiyên wan bûn,.. dîtin… lê bilez  hêvî belav bûn , bi jihevketina ewan sozan re an çûna wanî li ber bayê vegera mista asayişî , yak u kesên xwedî nêrîn cudazal  û binçav kirin û avêjtin binê zindanên xwe û dadyariya zordestiyê ji berê bêtir bi wan kir..ta ku welat  di delîveyên zindî de nemaze ji hêla konevanî û abûrî..kete paşvegerê û serberjêriyê..
Ji aliyê konevanî de : jiyana konevanî di welêt de kostek kirî ma û ta nuha jî.. dibin bandora mejiyê destilatdariyê û xêrûbêr û yasayan de.. û dadgehên awarte yên setemkar, tev ku ew bi xwe perîşana zagon û yasayên rêxistina xweye … û pêre destên desthilatdarên asayişê hate hildan temirandin û riswakirin û girtinên li gora xwestekên xwe pêk tînin , li nik berdewamiya rejîmê ya tekûz di nepenî ( guhnedana) hejmabûna netewî û konevaniya rasteqînî de , ji bilî pitirkirina jarkêşana gellê Kurdî dutalî  ji encama bêhtirkirina ripên  erebkirinê û konevaniya heşaftina netewî ku rêjîm derbarî vî gellî pêktîne û bi karanîna yasayên awarteyên zormend di der mafê wî de … weke gaveke dîtir div ê rêşanê de , ew belavkirina panava hezarên doniman ji xaka hor ya çandiniyê ji gundên herêma Dêrikê ku dane cotkarên Ereb ji herêma Şedadê … başûrî Heskê , weke kardaneke hemwelatî û tekûzî boyî pirojeya kembera erebiya keçedeng û ji para mêjera bêparkirina malbatên cotkarî Kurd ên ku hilanîn û danîna evan xakan bi dest wan bûn berya ku bibe bi nave ( mezari eldewle ) .
Lê ji hêla abûrî de : abûriya welêt kenarkirî ma kêmên kêm ji mêjerên tevayên gell pê tewş dikn , li ser mêjeriya qata jêrîn û ji berjewendiya refa serdest re , ya ku kilîtên abûriya piştebankirî bi hemû pêkariyên ji navendên xwedî biryar berbi wendakirina qata navîn de didehfînin , ev û di demekê de ku abûra welêt di raweyeke mîna dorpêçkirin û vedûrxistina bazargeha cîhanî de ye , û pêçana mijara hevbeşiya ewrupa û sûrî , û dirav berbi jîwerê şikandinê ve diçe , bi pîvana hildana berdewam ji buhayê eşeyên giringî jiyanê re û çi hinartina endîşeyê ye ew hevdemiya evî jîwerî bi raweya dest gemariyê yak u ranaweste re û di nav re pêlên berfireh di hudur û derveyî dezgehên navnetewê de , ta welat û gell gihandin evê rewşa perîşaniyê û pitirkirina bêkariyê û daxistina hêza kirînê li ba yên kêm pere ( xwdanên derametên tixûbkirî) … belavbûna dîmenên çewt û yeman  nexasma gunehê hevbend wek : kujtin û talankirin – kujtin û nijdekirin – tevlêşbûn û kujtin – têkilî û bazirganiya dermanên serxweşiyê ( gêjkirin ) – hîbûdî û dizî ….. û her wiha … !.
Eve nîşandeka destpêka tengasiyên hinasçikîne … derbarî qonaxên ku ji temenên vî welatî nên  .
Îro û di nava nîrên konevaniyên cîhanî û herêmînî nû de armanc ewe dagerandina bi lez tevlî guhertinên navnetewî jibo jihevderxistina mafdanên delîveyeke dîtir , taku barên nû pavêje ser milên netewekar û demuqratan boyî ku wan pêkbînin , û di kêferata van dijberiyên ku herêma me dibîne … Libnan – Felestîn – Îraq – …. Û nêzîkbûna destpêkirina dadgeha navnetewî bi karmendiyên xwe di tûjandina kujtina serokşahyarê Libnanê yê bûrî  REFÎQ ELHERÎRÎ , û zirpên ku hêzên navnetewî tajone ser welatê me û vedrêjbûna wan di herêmê de ku tevde berbi bilinkirina gef û pêkoliyan de tajo û ne li dij … û tê xwestin ku dadmendî bi pîvanên zanestî di karê konevanî de û der bi vîna gelêriya pan de ji civaka gell pêk bê û pêhaybûna hemû rengên siyên wî û misogerkirina mafên wan .
Di nîvê evan nîran de , die van kêferatên tûj re sûnda nû di 17/7/2007 an de me vedgerîne çarkoşeya yekem piştî heft salên zor zuha taku em bêne pêşrêzpêçên nû ji sozên dûbarekirî , ji beloqên wan  : yasaya partiyan – encûmena hemrayê – vesaziya yasaya çapemeniyê- havildana arîşeya amara 1962 an ( yên hemwelatî ji wan hate standin ) , lê bi awayekî jêkirî… dêmekî nêzî yên dengjênanî (mektûm ) nebin û bi pêlerzeke dengî vê carê ji xey berê cuda bû , û rêya xwe bi çareserkirina jîwerê kurdî nexist… her wekî ku aloziya Kurdî di mijara bê nasnameyan de hatiye bişavtin , div ê çarçewê de û derbarî jîwerê konevanî tevderbas ( tevlihev) û mij û morava ku mirov nikare pêşbêjiya hûrbînî di pêjora wê de bike û wê rewş di nîgarkirina konevaniya welêt de di kurre derê ? û çawa tixûbkirina hilbijêrên ayindê derbarî vê yekê dibe pirsin xwe berdin bîra şopgêr û pîtepêdayên niştimanî û endîşeya wan gûr dikin , dibe ku beloqa wan jî : gelo erê ev rewş ne zirta cengeke bê dawî ye ? û ciyê welatê me ji vê çibe ku ew tişt bûn ? gelo evê care rastiyek di dûrêzkirina netewî de û bicîhatina sozan têre heye ? û kanî pirojeyên pêşewazî û yasayan div ê redeyê de .
Gelo firehbûna demê têrê heye ?….. pirsnî rewa ne , emê besivên wan bihêlin ji dema nêzîkhatî re .
——————————-
* Sernivîsa rojnameya DENG  – hijmar 84 û 85 (Tebax û Êlûna 2007z)..  Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…