Helbest u pexşan

RÊÇA VEGERÊ

  XEMGÎN Ê REMO 

Baweşeke elendî
Di sibehek buharî de
Bêhna gul û kulîlkan
Li ezmanê bêzarîya min
Belav dikir …
Tavî yeke bi hêz
Vejîna birûskan di gel
Li çol-beyarê gîyanê min

Lehî radikir ….
Çavên te du gir-av bûn
Di şev-reşên deryan de
Û kiştî ya hezê min
Tim li peravê mijdan kên te
Sema dikir ….

Lê bang te  ya w ê şevê
Ez dibêjim te bi şaşî
Bang dikir …
Ez firîyam
Di ser hevre wergerîyam
Û gava dergeh vebû
Ez ketim sarincek berfê de
Deng ji kewê dilê min bilîya

Min nih naskir
Ku li giravek biyanî me
Û ji destpêkê de
Min bûsle şaş kir …
Delîve ya çendî salan
Bi na bûnekê
Te wêran kir …
Li hatina xwe poşman bûm
Û rêça vegerê
Min wenda kir ….

    Qamişlo /5/3/2007
Xemgin-61@hotmail.com

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…