Careke din ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve, êrîşên leşkerî li ser jêrxana bingehîn û saziyên giştî, wekî stasyonên elektrîkê û saziyên neftê û xizmetguzariyê li Parêzgeha Hesekê bi taybetî navendên neft û gazê yên (Siwêdiyê, Rimêlan, Tirbespiyê …) hatin pêkanîn
Dewleta Tirkiyê li ser pêkanîna tawanên hovane li dijî gelê me û herêmên me ranewstaye, bi rêya bombebarankirina navendên bingehîn û xizmetguzariyê û eletrikê û navendên sivîlan bi awayekî berdewam, ku êrîşên wê ji havîn û payîza par ve didomînin, ku di çend rojên borî de 80 sazî û dezgehên sivîlan hatine bombebarankirin.
Qamişlo 16.01.2024
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê







Şîrove (0)