facebook

Çend gotin di derbarê Festîvalên Helbesta Kurdî

Ezîz Xemcivîn

Ji dil pîroziya wan kesan dikim, pêrabûna bi karekî wisa di evê rewşa tengavî de cihê rêzê ye. Ew kesên ko xwe didin bin barê evê xebatê (bê yî çi berjewendiyê) ji bo rajeya milet, ziman û çanda kurdî dikin.
Bila mirov di helwesta xwe de ne sert be, ne beşdarbûna min jî nayê wateya ko ez li dijî komkirineka wisa me, berevajî evê yekê ez dixwazim hêj û hêj Kurd ji hev hez bikin û nêzî hev bibin.
Ez devxweşiyê jî ji tukesan re nakim û ne li benda çi kesan im ko surmeya mîrîtiyê bi min ve bikin.
Ji hemûya re dibêjim mala we ava, we karekî baş kiriye û her li pêş bin.

Nirxandin jî mafê herkesî ye, lê ji bo avakirinê, bêyî kîn û rexne ji bo rexnekirinê be.
Ez piştgirê çalakiyên wisa me, digel hin têbîniyên min jî hene:
Berî
her tiştî navê Mehrecanê ji ser bête rakirin, baştir e bibe (Roja
helbesta kurdî) tako li gelek cih û bajaran bêyî parçekirinê çêbibe.
Mehrecan
bi xwe mercên wê hene û li cihekî teng û di çend demjimêran de an di
rojekê de mirov nikare li bîst an sîh kesan guhdarî bike û gelek tiştên
din.
Xelatkirina takekesî tune be, lê xelatkirina beşdarbûnê bigihê hemû kesên ko beşdar bûne.
Gava (Roja helbesta kurdî be) dergeh û biwar bêtir vekirî ne.
Dema derfet jî çêbibe ev rêkxistin an Yekîtî digel hev dikarin mehrecaneka navendî bi navê helbesta kurdî ragehînin.
23.10.2023

https://www.facebook.com/permalink.php?story_fbid=pfbid034bqhBE

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…