Daxuyanî

Daxuyanî ji Nerîna Giştî re

 

Ev zêdetirî Du salane partiya me di qeyraneke rêxistinî re derbas dibe ji ber sedema ne pabendbûna hin hevalên komîta navendî bi rewabûna partîzanî û biryarên komîta navendî , û tevî hemû hewildanên ku ji aliyê serkirdayetiya partiyê de hatine kirin da ku ew hevalina ji kiryarên dubendiyê vegerin , herwiha ked û hewildanên ku partiyên kurdî kirine û bi taybetî “Yekîtî Niştimanî Kurdistan” û rewşenbîr û kesayetiyên serbixwe da ku yekîtiya partiyê biparêzin lê zor mixabin ev ked û hewildan neçûn serî û ew heval berdewamin di lêxistina yekîtiya partiyê da bi rêya sepandina hin mercên ku dûrî şêwazên partîzaniyê ne , û tevî erêkirina komîta navendî ji wan mercan re bi armanca li darxistina kongirekî yekgirtî lê mixabin wê bendê hemû hewildan pûç kirin û rijdin li ser parçebûnê.
Ji ber vê yekê em ji raya giştî re û ji hemû hêz û partiyên niştimanî û netewî yên kurdî û Kurdistanî re radighînin ku ev daxwaza wan ji bo li darxistina kongirekî daxwazeke ne rewa ye û em tekez dikin ku ev kongira nûnertiya “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” nake.
Qamişlo / 19 / 10 / 2023 Z – 2635 K

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…