Daxuyanî ji nerîna giştî re

 

Di Çardehê heyva Cehzeranê de bîranîna (66) saliya damezrandina partiya me “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” ye , ku di sala1957an de bingeha wê li ser destê van nemiran (Osman Sebrî , Hemzê Niwêran û Ebdilhemîd Derwîş) hatibû danîn , piştî hevalên Helebê (Reşîd Hemo , Şewket Henan , Mihemed Elî Xoce , û Xelîl Mihemed) tevlî wan bûn dîroka Çardehê Cehzeranê hate rêçavkirin.
Piştre Diktor Nûredîn Zaza peywendiyê bi wan re dike û dibe serokê partiyê , herwiha helbestvanê mezin Cegerxwîn û Şêx Mihemed Îsa jî tevlî wan dibin û bingeha yekem komîta navendî ji partiyê re danîn û destnîşan kirin.
 Di rojên yekem de ji kar û xebata partîzanî piştgîriyeke fireh ji aliyê cemawerê kurd de ji partiyê re hebû , lewre di demeke kurt de rêxistinên wê li hemû herêmên kurdî şax berdan û belav bûn.
Partiya me xebata xwe ya niştimanî û netewî bi şêwazeke rêyalîst û hişmend dikir lewre serkirdayetî û kadirên wê hatin zîndankirin û işkenceyeke hovane dîtin , herwiha gelek guvaşên civakî û derûnî dîtin , û piraniya wan jiyana xwe bi dijwarî û bi xizanî derbas kirin lê tevî wê tu carî vîna wan lawaz nebû ji xebata di ber mafên netewî yên gelê kurd de , herwiha ji bo jiyaneke demoqrat û rêjîmeke rêzanî da ku azadî , wekhevî û rûmetê ji gelê Sûrî re pêk bîne.
Dema ku em bi rêzgirtin vê qûnaxê û wan xebatkaran ji endamên partiya xwe bibîr tînin em tekez dikin li ser baweriya me bi dadmendiya doza gelê xwe û xebata ji bo mafên netewî yên rewa di çarçewa yekîtiya welêt de , û em tekez dikin li ser girêdana me bi siyaseta partiya me ya niştimanî û netewî ya ku ji roja damezrandinê de wan xebatkaran danîne û bi dirêjahiya salan di ber vê siyasetê de xebitîne , herwiha tê nasîn bi pabendbûna me bi biryara me ya netewî û niştimanî Sûrî ya serbixwe û derbir di ber berjewendiyên kurdên Sûriyê de û ji bo xizmet hemû Sûriyan.
Bîranîna damezrandina partiya me di siya rewşek aborî û siyasî xirab de li me dibe mêvan ku qeyrana Sûrî dikeve sala xwe ya Sêzdemîn a ku bi Sed hezaran ji welatiyên Sûrî canê xwe ji dest dan û bi milyonan penaber û derbider bûn ji 15 Avdara sala2011an de û heya bi roja îro rewşa Sûrî bi tevahî dijwartir û aloztir dibe ji encama tunebûna asoyên çareseriyeke siyasî di welêt de û piştguhkirina civaka navdewletî ji êş û azara sûriyan re û destwerdanên herêmî di mijara Sûrî de ziyaneke mezin giha welêt û gelê Sûrî bi giştî , lê tevî vê yekê em di wê baweriyê de ne ku ji hemû Sûriyan tê xwestin ku lêgerînekê ji çareserkirina qeyrana xwe re bikin di rêya diyalogek Sûrî – Sûrî re bêyî ku tu kes were bidûrxistin û bi beşdarbûna hemû pêkhatên civaka Sûrî yên bawermend bi çareseriya siyasî dûrî şer û tundiyê.
Metirsiyên gelê kurd jî ne kêmtirî gelê Sûrî ne , lê belê jê zêdetirin ji ber ne venasîna bi nasnameya wî ya netewî û gefên li ser kurdan mixabin bi Du aliyên hundirîn û derveyî de dibe , lewre danheva rewşa hundirîn di navber aliyên tevgera kurdî de da ku karibin bi rola xwe rabin di berevaniya di ber doza gelê kurd û avakirina Sûriyak demoqrat lihevhatî bi xwe û cîranên xwe re ku bibe beşek ji aramî û aştiya herêmê.
Ji we nayê veşartin ku ev heyama neyênî , êş û azara Sûriyan hişt ku em tu ahengan bi vê babetê çênekin weke çawa me di salên borî de dikir û ji ber qeyrana hundirîn a ku partiya me jê digazîne lewre komîta navendî biryar da ku tu şêwazên ahengan bi vê babetê tune bin , herwiha em ji hemû hevalan daxwaza kedeke zêdetir dikin ji bo çareserkirina vê qeyrana navxweyî û nehêlin ber bi aliyên din de biçe û ji hemû kiryarên ku qeyranê di nav partiyê de gur dike û yekîtiya wê ya siyasî û rêxistinî armanc dike bi dûrkevin.
Em di wê baweriyê de ne ku yekîtiya partiyê girîngtirîn tişte ku kar di ber de were kirin dûrî rênc û qerezan û divê kar ji bo peydakirina heyameke erênî ji diyaloga navxweyî di partiyê de were kirin.

Qamişlo / 11 / 6 / 2023 Z – 2635 K

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…