Daxuyaniya YNRKS Derbarî roja rojnamegeriya Kurdî û derbasbûna 125 salan li ser damezrandina wê

 

    Ji dehên salan ve, û li seranserî Kurdistanê, bi her çar parçeyên xwe ve, salane, roja bîst û dudwê meha Nîsanê wekû Roja Rojnamegeriya Kurdî, hatiye destnîşankirin û bi navkirin, ew jî weke rêzgirtinekê û bilind nirxandinekê ji wî karê gelekî hêja û dîrokî re, yê ku Mîr Miqdad Midhet Bedirxan pê rabibû, bi derxistin û weşandina yekemîn rojnameya Kurdî, û bi zimanê Kurdî, bi navê Rojnameya ”Kurdistan”, li bajarê Qahîrê, paytexta Misrê, di roja 22.04.1898an de; û li piraniya bajar û herêmên Kurdistanê belavkiribû, digel ku, di wê serdemê de derfet gelekî kêm û hindik bûn, û rewş û merc jî gelekî sext û zehmet bûn, rê û alavên ragehandin û çûn û hatinê jî gelekî hindik û bi zehmetî bûn, û gelek dem dixwarin; di wê serdemê de, firoke kêmbûn, posta bi lez tunebû, ne Radyo, ne televizyon, ne Internêt, ne jî E-Mail û Feysbûk û hemerengên wan ên din, nebûn.
Çapxane û çapemenî jî, li gorî roja îro, gelekî destpêkî, seretayî, kevn û li paşketî bûn; di gel van hemû rewş û mercan de, Mîrê rojnamegeriya Kurdî ew rojname derdixist û belav dikir, çi lê diçû jî ji kîsê wî bû, ji bêrîka xwe dida, buhayên hejmarên ku belav dibûn, hindik lê vedigeriyan, ango jêre dihatin; ji loma, bi rastî hêja bû, ku ew ciwanmêr wekû Mîrê Rojnamegeriya Kurdî bê nasîn, û herweha hêja bû, ku ew roja derçûna rojnameya wî ”Kurdistan”, li seranserî Kurdistanê, bibe ”Roja Rojnamegeriya Kurdî”.
Tiştê herî balkêş û dîrokî, ku di 21.04.2021 de perlementoya Kurdistana Başûr biryar da, ku roja 22 nîsanê ji her salê ve bibe roja rojnamegeriya kurdî.

Gava ku em li ser rewş û mercên ku rojnamegeriya kurdî têde derbasbûne û derbasdibe, qonax bi qonax, ji destpêkê de û heya niha, diaxivin, divê ku em amaje bi serdema me ya îroyîn jî bikin, serdema ku ew sînor û dîwarên asê û bilind, ên ku di rûyê rojnamevan û nivîskaran de, di rûyê bîr û ramanên azad de, hatibûn danîn û avakirin, îro hatine şikenandin û herifandin, û hema bêj li seranserî cîhanê bi giştî ew çavdêriya ku hebû, nemaye, yan jî gelekî qels û lawaz bûye, û rojnameyên eliktronî li her derê belav bûne; û divê em bêjin ku gereke, û pêdiviye, ku em ji vê pêşketin û geşbûna medya û ragihandinê sûdeyeke baş ji xwe re û ji gelê û welatê xwe re bi destbixin, û di berjewendiya pirsa netewa û welatê xwe de bikarbînin.
Herwiha divê em jibîrnekin ku di rojeke weke îro de jî, di roja 22.04.2004an de, Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (YNRKS) hate damezrandin, ku ew jî, wekû dezgehekê, wekû rêxistinekê, destkefteke mezin û giranbuha bû ji Nivîskar û Rojnamevananên Kurdê Rojavayî Kurdistanê re, rêxistineke ku wan Rojnamevan û Nivîskaran bide ser hev, pişta wan bigire, berevaniyê di ber maf û berjewendiyên wan de bike, û alîkariya wan bike.
Di heman rojê de jî, di roja 22.04.2012an de hejmara yekemîn ya rojnameya (Pênûsa Nû) ya eliktronî, derket, û berhem û gotarên nivîskar û rojnamevanan weşand, û hîna jî, her meh, bi herdû zimanan, bi zimanê Kurdî, û bi zimanê Erebî, diweşîne, û heya niha 103 hejmar bi Kurdî, 114 hejmar bi Erebî, ji vê rojnameyê derketine. Yekîtiyê hewil da ku hîn jî ji teknolociya rojane sûdeyekê bigre, rabû kenala xwe a digîtal di 19.11.2020 de lidarxist û navê (Peyv TV) lê kir. Ta niha jî berdewame û bernameyan zindî diweşîne.

Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, vê rojê, li hemû Rojnamevan û Nivîskarên Kurd, li her çar perçeyên Kurdistanê pîroz dike, û herdem serketin û pêşketinê ji wan re dixwaze, bi hêviya ku rewş û mercên xebata wan bi taybetî, û jiyana wan bi giştî, xweştir û geştir bibin, azadiya derbirîna bîr û boçûnan firehtir û geştir bibe, her kesên xwedî helwest û girtiyên bîr û ramanan, ji zindan û girtîgehan bêne berdan û azad bibin, û herwiha gelê me di rojeke nêzîk de, bigehê mafên xwe yên netewî, û tevgera me ya siyasî jî li xwe vegera û bibe xwedanê yek helwestê.

Di vê seberatê de jî emê sermedîyê bo hevalên xwe yên ku canê xwe sipartine banê gerdûn bixwazin, ku wan di jiyana xwe de pênûsa xwe bo ziman û çanda kurdî terxankiribûn; mîna: Ferhadê Çelebî, Mişel Temo, Rizoyê Osê, Tewfîq Ebdulmecîd, Ebdulqadirê Xiznewî, Xelîlê Sasonî, Siyamend Ibrahîm, Ferhadê Içmo, Deham Hesen, Hadî Behlewî, Adil Seyfidîn Omer, Mihmed Seyid Hisên, Mele Mahmûdê Qertimînî, Zinar Ezem Gorgîn Mele Hesenê Kurd..hd.

Li dawî de bila alaya rojnamegeriya azad, alaya bîr û ramanên bê sînor û bê çavdêrî, herdem bilind û serketî bin.
Bijî Roja Rojnamegeriya Kurdî, bijî Mîrê damezrêner Miqdad Midhet Bedirxan.

Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê
22.04.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Destpêk: Hilweşandina rêza kevneşopî ya têgihiştina nivîsê

Bi gotara xwe ya navdar «Mirina Nivîskêr» (La mort de l’auteur) ku di sala 1967-an de hate weşandin, teorîzanê wêjeyê yê fransî Roland Barthes yek ji herî kûr û bandorker guherînên di dîroka teoriya wêjeyê ya nûjen de pêk tîne. Gotara wî li dijî nêrîneke kevneşopî radiweste; nêrînek…

Di Şemî, 18.07.2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê sêmînerek zanistî û perwerdehiyê bi rêxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku çanda zanînê, ramanên rexnegir û girêdana navbera zanyar û ronakbîrên Kurd were xurtkirin.

Bername bi rêvebirina Rêber Hebûn dest pê kir. Di gotina xwe ya pêşwaziyê de, wî…

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…