Bangek ji Konê Reş

 

Ezbenî! Ji ber ku min jî, li gor hêza xwe, baş xebat û bizav di ber kultura Kurdî de kiriye û dikim, ji mafê min e ku wiha bang belav bikim.
Ez nebawer im ku herêm wek herêma Cizîrê bi her Sê deştên xwe ve; Beriya Mêrdînê, Sinceqa Aşîta û Deşta Hesina bi zargotina Kurdî a devikî dewlemend heye. Dewlemendiya wê li xelkên wê yên têvel vedigere. Ew akinciyên ku ji sedên salan ve li ser xaka wê jiyana xwe derbas dikin wek; Milan, Kîkan, Deqoryan, Aşîtan, Aliyan, Hesinan, koçerên Mîran û yên mayî.. Û Efrîn bi eşîrên li çiyayê Kurmênc û Deşta Cûmê ve. (Sed mixabin ku, roja îro Efrîn di kêferata mirinê de li ber xwe dide…).  û Kobanî bi erşîrên Berazan yên têvel ve di deşta Sirûcê de.

 

Ji dor sed salî ve jî, gelek ji xelkên çiyayê Omeriya, Mêrdînê, deşta Bişêriyê û Xerza, Mehcirên Hesena û Heydera û hin ji xelkên Botan li van herêmên Rojava zêde bûne. Wan jî, edebiyata xwe a devikî, bi xwe re aniye û li zargotina xelkên Rojava zêde kirine. Di encam de Rojava bûye gencîneyeke dewlemend ji ziman û zargotina Kurdî re.
Wek ku diyar e, sal bi sal kalemêr û pîrejinên me, yên ku ew zargotin di tûrikên xwe de parastiye, ji nav me bardikin.. Nifşê nû jî, di bibin bandora xwendina zimanê Erebî û teknelojiya nû de dûrî xwendin û edebiyata Kurdî ya devikî (Zargotina Kurdî), ketine û dikevin.. Ev zargotina ku li hezarê salan vedigere û bi saya wê, zimanê me, dîroka me, hebûn û reseniya me têde kom bûye û kesayetiya mirovê Kurd pê hatiye û tê naskirin.. Roja îro, tiştê ku jê maye, bi wan kalemêr û pîrejinan re ye. Ew jî, wek ku min got, li ser rêka oxirê ne; roj bi roj ji nav me bardikin, dimrin.. Eger ji niha û pênc salên hatî ve, em liqata wê edebiyata zargotinî ji tûrikên wan nekin, em ê poşman bibin û em şaşiyek mezin di derheqî kultura xwe a devikî û kesayetiya xwe a Kurdî de dikin..
Di vê derbarê de bi min xweş e ku ez vê gotina nivîskarê Berazîlî (Jorge Amado: 1912-2001), ku ji welatiyên xwe re gotiye, ji we re bînim ziman; “Her ku kalemêrekî me dimire, pirtûkxaneyeke me pê re dişewite”.
Ji çend salan ve, xwendin û nivîsndina bi zimanê me serbest e û derfetên danheva zargotina me bi erênî li pêş me vekiriye; ew tirsa berê ji rêjîmê nema ye, pereyên rêxistinan hene û xortên jîr û çeleng peyda dibin ku bi wiha kar rabin.
Lê cihê daxê ye ku roja îro, bêtir ji 30 rêxistin û saziyên siyasî û sivîl, 7-8 komeleyên jinan, 5 yekîtî û hevbendên nivîskaran li Rojava û Qamişlo hene, yekê ji wan di warê praktîk de danhev û komkirina zargotina kurdî ji xwe re nekiriye kar û bar..!
Bi piranî heyranên nav û bejewendiyên xwe ne û di diyaloga ku “Hêk ji mirşîkê ye an mirîşk ji hêkê ye” serî li hev gêj dikin..! Û wek ku diyar e xala herî giring ji hebûna me Kurdan re li Rojava ku em li ser xaka xwe, di gund û bajarên xwe de bimînin, bi zimanê xwe bi zarok û neviyên xwe re xeber bidin û kultura xwe a devikî ji talanê biparêzin.. Lê mixabin ev yekane di ser guhan re têne avêtin û ya sosretmayî ku tev çalakî û siyaseta rêxistinên me bi zimanê Erebî ye..!
Bi hêvî me ku berpirsyarên me baş serwextî vê yekê bin û di kurttirîn dem de li ser bisekinin.. Da ku nifşê ayinde gazinan ji me nekin, pêwîste em bilivin; zargotina xwe ji ser zardevê kalemêr û pîrejnan bidin hev.. Va min a xwe got.
Konê Reş/ Qamişlo, 3/7/2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…