Hevpeyvîn Gulistan Beşir
1_Sehribana Kurdi ya Navdar kîye?
Bavê min karkerekî şaradarîya bajarê İzmir`ê (Turkiye) bu. Ez jî li Îzmîr`ê hatime Dinê. Ev 55 salin malbata min li îzmîr`ê dijîn.
Ev 29 salin ez li Elmanya ( Germany) dijîm. Zewicîme û dayika 4 zaroka me.
Em bixwazin, nexwazin ji derdor u civakê hinek rexne u nerazîbûn dihatin lê, ew nerazîbun u rexne tû carî jibo min ne bûn asteng.
Dujminên gelê Kurdistan vala nasekinin; ji hêlekê dixwazin gelê Kurd u zarokên Kurda asîmle bikin; ji hêla din ve jî dixwazin Çand u Hunera gelê Kurd ji holê rakin, an jî wê çand u Hunera gelê Kurd weke ya xwe bidine xuyakirin u nasandin.
Ez jî bi rêya Huner u dengê xwe; dixwazim yekîtîya me hebe, em ji hev u welatê xwe hez bikin. Em çand , Huner, folklor u dîroka welatê xwe biparêzin u bi Cîhanê bidine nasandin. ……
Pêwîste jina Kurd li van nirxên xwe xwedî derkeve. Xwe li her derê bi rêxistin bike. Zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî , Dîrok, çand ü Hüner a Kurdî bikin.
Bila jina Kurd stran u kilamên Kurdî bi strên u zarokên xwe jî ferî stran u kilamên Kurdî bikin. Jibo yekîtîya gele xwe xebatê bikin.
Careke din bi hêvîya welatekî azad u yekîtîya gelê Kurd ez, di serî de jina Kurd; hemî gelê xwe bi dil u can silav dikim..
Her wisa xwuşka hêja Gulîstan;
jibo ked u xebata te, te pîroz dikim, hêvîdarim ku her kêfxweş u serkevtî bî.








Şîrove (0)