Dara xweziyê

Dr. Xelîl Omar
  Ev demeke ko Hemzo mijûl bûye û serê xwe ranake û her ji bîstekê dike niçe-niç û serê xwe dihejîne. Ev rewşa Hemzo gellekî li tellê Ebaso hat û di dilê xwe de hêvîkir, ko ev bêdengiya hevêl dûdirêj be û ya hîn çêtir, ko Hemzo kerr û lal bûbe! Lê Hemzo nema xwe gìrt û bû firte-firta wî û zîvirî zer hevalê bêhnteng û got:
– Li wê dinyê, çira hinekan bi avê vêdiket û qirdê wan li hustên mirovan dixist û jiyana wan bi kêf û xweşî derbasdibû û çira kesên mîna min, bi donê gazê jî vênediket û min tu xêr ji xwe nedît! Hemzo got û keserek rada.
– Çima tu wisa dibêjî bavê Bedro? Elhemdûlilla tu bi jin û zarok bû û halê te diqediya! Ebaso vê carê bi dostanî di berdilê hevêl de da.
– Heşî gotina te, ji kûçikan re jî diqediya! Heger  min xwendina xwe timam kiriba ezê ji xwe re bûbama textor, (xwedî qedir û pere), ma qey wê dinya xerabûba? ..Çima wê teksiya “Marsîdis” ne li ber derî ba? Çima wê tumbila du dûlab li ber derî ba (ya ko bergîlê ez bûm)?.. Çima minê jiyana xwe di holikan û di qullika xaniyê pî te de bihurtiba? Çima wê xaniyê min ne qesrek, bi dîkor û “çakûzî” ba?.. Çima wê karê min avdan û cenatî û wê alavên min merr û bêr ba? Çima wê alavên min ne pênûs û qelemteraş ba? ..Çima wê ne nûrsên mîna kebokan bi bihna lewento di ber min re ne çûna û ne hatibana?.. Çima wê li dora min jin û keçên tevir û eşêfê û bihna xwêdana wan î tûj mîna quzelqertê ba?.. Çima wexta rawestina min wê ne li “Keseb”¹ û “Bilûdan”² ba? Çima wê bi te re li ber dîwarên gund ba? …Çima wê zarokên min, ne li instîtût û zanîngehan perwerdebibana? Çima wê bi çol û polan ketibana û wê sênîk û firaxên xwaringehan şuştibana?.. Çima wê  cilên zarên min ji “balan” ba? Çima wê ne ji markên “Samî” û “Lord” bana?.. Çima minê her roj şîşik û kubab û nanê firnê nexwariba? Çima minê her sibe şorba nîskê û her êvar meyira xavlorkî xwariba! ..Çima minê ji xwe re Caziya keça Hesen axa (xwediya gerdenî û bazinên zêr) ne anîba? Çima minê Ferȋda keça sofî Xidir xwediya tepik û piştiyên pûş anîba! Hemzo li vêderê li firêmê xist û li dora xwe zîvirî, başbû ko ji Ebaso pê ve kesek nebû.
– Hemzo hemû gotinên te vala ne û dara xweziyê tu caran ber negirtibû! Tu mir jî û te kulla Caziya bi xwe re bir gorrê û xuyaye va bi te re gihîşt Axretê. Baş e ko diya Bedro ne li vir e! Welleh wê kûçik ji te çêtir kiriba! Malava tu xurrufiye an tu dêhn bûye? Ma tu nizanî ko tev ket û tev rabû û ew Dinya çû û nema  vedigere?! Ebaso got û mezel şanȋ xwediyê xewnên hişyarȋ kir.
– Birra tu ehmeq e! Ma ez nizanim ko ev Axret e û qîr û qiyamet e! ..Min  xwest hinekȋ ji xwe re ez wensa bȋnim û piçekî bihna xwe fireh bikim. Hemzo lêvegerand û xwe qulapt ser kêleka din û dûr dûr li asoyê nerî
.¹&²  Du deverên rawestinê li Sûriyê nin,

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…