Helbest u pexşan

Ezim


Hêvîn Cefer

Ezim Çiyayê Kurmênc
Navdarim bi Kela  Hûrî
 ***
Ezim Dîroka kevnar
 Şikakî. Amkî . û Rûbarî

***
Ezim Efrînarengîn
Xelata Xwedayê jorî
 ***
Ezim ew Şêxê Dîndar
Oldarim bi Hezar carî  
 ***
Ezim Zeytûna pîroz
Şaxên min çûne kûrî
 ***
Ezim Kurdaxî ya Cotkar
 Diparêzim Xaka zêrî    
 ***
Ezim Zîna  Evîndar
ji Efrînê re  Cangorî
 ***
Ezim Rengê Buharê
Sipîme Kesk û Zerî
***
Ezim Doza Evîndar
Qet dînanim  va barî

15.01.2022

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…