Berhemên Nû

«XERÎBO»

helbestvan ê bi xerîbiyê ve girêdayî, li vê parzemînê li ” Swêd” Adnan Hassan, dîwan a xweyî yekem, bi navê XERÎBO derxistiye , Xerîbo qeftek ji helbestên kurdî rengarenge, tê de helbest a dirêj, helbest û çirûskên helbestî hene, bî şêweyekî bedew û têr, bî zimanê kurdî hatiye nivîsandin .
Tevlî ko yekem dîwana helbestvan ya çapkiriye lê xuyaye ko kevnare û karekî wî dirêj di nivîsandina zimanê kurdî de heye.
Tê bîra min di salên heştêyî de ji sedsala çûyî, li Qamişlê ez şevbuhêrkek helbestê ya wî û hin helbestvanên wê demê amade bûm.
XERÎBO di ser 120 rûpela re ye, bi çapek çênî xweşik ji çapxana J&J li Istanbol ê çap bûye.

Ji gulîstana Xerîbo, ZENGIL
Bîst û yek zengilî
bîst û yek carê ez veciniqandim
bîst û yek carê
ez li dora keleha bîanînan geriyam
min bîst û yek derî derbaskirin
li ber her dergehekî
min qetek ji dilê xwe ji te re hişt
û qetê mayî
min li ser tîpên navê te parvekir
kew ji ser hêlînê terqiyan
û ez hê li benda kewa me
Ko bên li ser sînga min biçêrin

…. kifhat Assad

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…