Helbest u pexşan

Danîşe!

Ebdilmecît Şêxo

      -1-
Danîşe!
Bêhnek xweş ji  peyvên te
bi ser min de  diherike
destmala piştzêrî 
                         di navê te de
hemû çûkên buhûştê
                 Te
li min civandin
sêmfoniyekê mîna kenîna te
ji min re dikin diyarî
pelên dara  evîna min
sernûve geş dikin.
Danîşe !
Bêhna barana Buharê
çîvçîva çûkên  gulistana dilê te
Firişteyên dilê min serxweş kirin.
 Danîşe!
Were! Em vê carê li bin siya dara
                              Zeytonê  danîşin
çîroka Mem û Zînê
-2-
bi bîra xwe hûnin
silavên  bêhn henarî
ji wan re bişînin
û zerkekê   ji kûpa evînê
                                binoşînin .
Danîşe!
Eger şevê em dorpêç kirin
ezê pêçiyên  xwe yek bi yek   
ji te re bikim mûm û find
sêveke ji pîsîra xwe ji te re
 bikim Hêva li çar de.
Danîşe!
Li ezmên binêre!
stêrkek mîna te ye
stêrkek weke min e.
Ya Xweda !
Ev çi lêhatin e !!!
Ez dengê şêrekî dibhîsim
dengê xwe mîna dengê te ye.
Bibhîse!
Dara me çîrokên hevalên serjêkirî
ji me re kirine stran.
-3-
Danîşe!
Serê xwe deyne navbera
                      herdu henaran
ezê ji te û darên pakrewan re
stranên dildariyê û qehremaniyê
                             bistirim
û nêrgizek bejin bilind
di dilê te de biçînim
danîşe dilê min !
danîşe !

Efrîn. 2019  

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…