Çîrok

Celal.. Çîroka Penaberekî

Berzan Şêxmûs

Gotinên pêşyan pendin, ji taqîn û ezmûnên jiyana wan hatine zimên û wan ji nevyên xwe re kirne name ta ji serpêhatiyên wan sûd bigrin .
 (şam şekire lê welat  şêrîn tire) yek ji metelok û serpêhatyên bav û bapîra ye  ta anha me wateya wê nizanî bû , lê di her sê salên dawîyê de em baş têde giheştin .

hatina termê Celal Egîd li bajarê Amûdê  ji kampên  penaberiyê di van nîrên awarte de  nameyek bi wate bû .
Celal ciwanê nozde salî bû, hezkiryê welatê xwe bû, evîndarê xak û zimîna wê bû ,xudan hestekî bilind bû girdayê tar û kolanên Amûda serhildanê bû .
Malbata wî weke hezaran malbat û xêzanên kurdan yên ku ji ber aloziyên abûrî li herêma kurdî pinaber bûn . dema ku malbata wî amadekirna xwe dikirn ji bo barkirinê, Celal  nerazîbûna xwe diyar di kir û di got ez ji Amûdê narim dûrî xak û zimîna wê na kevim .
Mixabin Celal neçar ma li dû doza malbatê bi barkirenê , bû mêvanê welatê perîşanîye welatê xurbetê, lê hestê vegerê û hizkirna welat çandî bû di dilê wî de .
Di meha bûrî de Celal bihîst ku mirovin wî ji Amûdê xwe amade dikin ku herin Hewlêr cihê penaberiya wî , bilez doz li wan kir ku dest vala bi ser de neçin doza hizkiriya xwe kir doza bihna wê kir .
Daxwaza wî giheştê, bilez ji dest wan girt, hembêz kir, bêhin kir, bi ser serê xwe dakir .
Xaka Amûdê xaka giranbûha daxwaza Celal bû, li dû dîtinê jêre stira li ser awazên tembûra xwe , lê mixabin hizkiriya wî dilbera wî hest bilind bû weke wî, doza wî kir ji Yezdan û dest vekir li ber erşê wî û xwest ku cihê Celal himbêza wê be .
Yezdan daxwaz wê bich kir û li dû wê bi du rojan Celal di hembêza Şermola de bû , hizkirye bang kir û got….. de lorî kurê min lorî .
 cihê te himbêza mine li rex Aras ,Seed,Şêxmûs,Berzan, Nadir û Elêyê mine .

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…