Rojek xemgîn li Kobanî

 Mislim Şêx Hesen

Bi dil xemgînî û çavên  bi hêsir nûça reş û xemgîn ya koçbarkirina dawiyê  a Hunermendê hêja û birayê  delal Mamoste SIYAMEND OSKULÎ wergirt û wek ewrekî reş xwe girt ser asîmanê bajarê Kobanî, lê jê bîtir  karim bêjim wek Birûskekê li dil her mirovekî ku Mamostê hêja Siyamend nasdikir xist, û herweha barkirina Hunermendê hêja ji nav me û jiyanê ziyanek zor dijwar bû ji xelkê bajarê Kobaniyê re û dilê her mirovekî kurdistanî xemgîn kir û hunera kurdî  jî sêwîkir,
 lew rajî kekê hêja Siyamend wê dîroka kurdî û xelkê bajarê Kobaniyê de jîndayî bi mîn e û herweha ez bawerim ew awaz û stiranê Mamoste Oskulî wê di kultûre gelê kurdkeve û hertim were guhdarkirin li seranserî gund û bajarên kurdan wek Stirana ( Bejina te zirave ji dara çinarê – Stiran Mişelê min ……….hwd)
Lê hezar mixabin ji narvînê re ku kekê hêja Siyamend zû û zû ji nav me bir û êşa dilê hunera kurdî mezin û xemgîn kir û dema ku hîn hunera kurdî bi hecî kesên mina wî bûn .
Lê ji aliyakî dîva mirov karebêje Rêjîma Behis û Beşar Elesed yê ku welatê sûriyê wêran û kambax kir û bi herhawî hewal de ji roja desthelatî ji sûriyê re kir ku hemwelatiyê sûriyê ji hemî mafan bê parbike ta ku rewşa sûriyê gîhand vê qunaxa reş û tarî, û jiyan hemî pêkhatiyên sûriyê reş kir û wek hûn dizanin bi hezran kuştî,girtî,koçber û hezaran kirin penarber li welatên beyanî, vêca ji encama vê siyaseta dijwar û nedirist keke Siyamend koçbarkirin helbijrat ku here li welatekî dîtir jiyanê bike, lê narvîna reş rêwîtiya wî kuta kir li ser sînorê dewlatan û bi re ser dilovaniya wî dawiyê .
Li dawiyê sere gelê kurd sax be û ser saxiyê û aramekê ji kulfet û zarok û xizmên wî re dixwazim .
Lavan dikim ji xwedê mezin ku cîhê Mamoste Siyamend Oskulî gul û sosin be û buhişta bilind be.

Mislim Şêx Hesen – Endamê komîta siyasî ya partiya yekîtî ya demqrat a kurd li sûriyê .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…