Reşad Şeref – Swêsra
Hey law.. hey law..heware.. heware
Hewar û lîliyên bûka malê, bilind dibûn, vedenga wan li pesara gir diket û dizîvirî.
Ew ilaleta ketî hewşê, te digot, qey benderuh nîne, yekî ne digot, ko jêre dermanê sor bîne, birînên xwe pê bikewîne. Deng ji yekî ne dihat. weko hatibin miriyekî oxir bikin.
Zilamek, cil û bergên wî paqij û spehî, di nav wê xelka bê deng û matmayî re şêliya, wan benderuhan bi rêz û hîvî lê dinerîn.
Min ji xwere got, keyê gunde yan jî rispiyeke.
Raserî bav rawestiya, min fikir dikir ko wê ji berde rabe, lê ji cihê ko lê ne livî.
Wî kesê birûmet pirsek jê kir, eger ez ne nîzîk bama min dengê wî yê nerm û rehet ne dikir.
Got: Keleşo, te carna li bavê xwe dabû ?
Got: Belê ezbenî min sê caran li bavê xwe dabû.
Ew kesê cilpaqij û bi rêz li kur zîvirî û got: Nexwe hîn du carên te mayîne.

Şîrove (0)