Xelîl Kalo
Em li kû man , ew li kû man ,welat valabû..?!!!!! em li kî di pirsin van rojan ,e wên ma nasdikirin çi dûr çi nêzîk ,dibêjin welle çûne kurdistana başûr yan stenbolê yan jî gihane ewropa ..başe bi şev çûn yan bi roj…..?? çi bi şev û çi bi roj ew cawaziya pir mezin nîne.tenê deme….!bere herin, ser tilî bi wirde û bin pehnî bi virde …lê gelo ma ew li xwe carekê na zivirin û li axftinên xwe na vegerin û dobare nakin û li ser na rawestin.
ku ewe şorên qelew hînan di gohên heval û dostên wan de ne . yan jî yên gelekan ji wan li civat û qolanan, li ser malper û fêsbûkan hînan ziwa nebûne ,yê ku di got ez nivîskarê gelim , yê dîtir lê di divegeran weke dîkê berbangê û digot ma ez …? ma yên weke min hene…? ez rewşenbîrê bîr, raman û koka gelê kurdim û siyasetmedarê 50 saliyê doz û dîrokême .yê dîtir li hemûyan di vegeran û hê ew weke çîçika nû ji hêkê derkeve û hinan jî ji di got weke melayê ku bi tecwîdî bi xwîne : ez şoreşgerê şevê me û çalakvanê binav û dengê dora dinê me …!!
Bavo wey bavo ….ne wilo pesin û ne wilo rev …!!! te bazde… oxirbê ji tere .lê ma ev çi şor û axaftinin sextene..?? hê em saxin û ne mirine…derw li saxan nabin tenê belkî li miriyan. lê heme ew jî na bihîzin, yan jî yê we nasnekê ji nêz ve..!!ne wilo mirov rêza xwe digire…? heme tenê rêz û hurmete kesê mayî li welat bigirin ..erê raste yê meyî li welat tev pîr û zarok û jinin. lê heme bi hestin ..xwîn û goştin ..ma ne wan ji were wextekî li sikakên Qamişlo ,Dêrikê û amûdê …..hwh…li çepkan didan û di gotin belkî ev pêşeweyên paşeroja me bin .heme wan bînin bîra xwe û ji wan fedî bikin .bese tenê wan gotinên qelew û bê nişa , bê wate û bê berhem û vala bikin .wî çaxê emê ji we gelekî razî û memnûn bin ..hal û pirgala me ne besî me,vêce derew û pesnê weyî ne di cih de û yên bê beramber ji me kêmin ….