Salih Bozan
Di şeveke pûk û bahoz de
Bavê min nêmika xwe berda
hundirê diya min
Li hespa xwe ya boz siwar bû
Digotin berî ku bi şoreşa Agirî
gihîje ji paş ve hat kuştin.
*
Diya min bi sanciyekê ket
Ji nişkave qiriya
Dengê xwe li pişta şevê siwar kir
Li pey hilma bavê min seranser rastkir
Û ez hatim vê cihanê.
*
Diya min navê bavê min li min kir
Û ta dawiya jiyana xwe li bakur
dinihêrî û hêsir rêwî dikirin.
*
Kesek bi meziniya min hest ne bû
Li kêlekê bajarên mezin
ez bi gemarê re jiyan bûm.
*
Min potînên ceneralan boyax kirin
Min avdasxane şuştin
Û êvar êvar..
Her ku min serê xwe dida ser milê şevê
Kamûs li min der dibûn.
*
Bavê min di xewnê de li min derdiket
Li ser hespa xwe ya boz
şûrê xwe bi jor de hildabû
Û ser min de diqîriya:
Law kurê min..
Bi şopa bavê xwe keve
Ê ku hilma çiyan bêvilê wî naşewitîne ew pînce.
*
Ez ji xew vediciniqîm
Tirs di min de sar dibû
Lê wax li min dayê..!
Zimanê min parçeyek dar bû
dengê min mirî bû.
—————

Şîrove (0)