Berhemên Nû

Romana Jan Dost a bi navê ( 3 gav û 3darek ) derket

Ji nav weşanên avesta, romana nivîskarê Kurd Jan Dost (42 salî) ya bi navê( 3 gav û 3darek. Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de ) derket.

Hêjayî gotinê ye ku ev romana Jan Dost ya duyem e piştî romana Mijabad ya ku di sala 2004 an de derket û di pê salekê re bi tirkî jî hatibû wergerandin û çapkirin.
Di vê romanê de, ya ku bi munasebeta 82 salîya serhildana şêx Seîd sala 1925 an hatiye weşandin, romannivîs  şopa  Mijabadê diajo  û bi wî zimanê xwe yê helbestî dîsa  tevna  serpêhatî û bûyer û qederên lehengên xwe dirêse.  Ew bi tevayî li ser  kêlîka berî bidarvekirina  nemir şêx Seîdê kal e  û dema berî şoreş dest pê bike  û bûyerên ku di nava şoreşê de qewimîbûn. Roman  ji 214 rûpelan pêk tê,  û li ser çend beşên sereke( ku nivîskar navê wan kiriye Gav û navê romanê bi xwe jî ji wir tê)  tê par vekirin.

Navê romanê: 3 gav û 3darek. Şeva dawî di jiyana şêx Seîdê kal de.
Weşanxane: Avesta  2007
Nivîskar: Jan Dost

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…