Helbest u pexşan

NÊÇÎRA TÎŞK Û RONIYÊ

 Heybet Mamo

Çima yarê
 şevger û şev çirayên te li palpiştên veşartokê
dipengizin
lat û hêrsên qedîfeyî ji zinarên baweriyê
Di ponijin
Deman, û dem li zeviyên gunehkaran bi rû nermî
Dirêjî ew kendalên rû
Li rêdana
Di axivin
Sexteyên do li kolanên şêwaziya;
 diltenikî; destarên xwe
tawandikin,
 bi guliyên Geft û goyên berze bilind xwe binav dikin
xunceyên dil di meşkande bi territî
nêçîrvaniyê Li dû dikin
tîşk û ronakbîrîyê ew nêçîr dikin
der bendeyên xil û xavî bi firmêskên peykerên xwe
pênasîna peymanên xwe diyardikin
telezgeyên bin pêçekên evîndara nakokiya
xane mêra bi werîsê pêximbera girêdidin
yekser li babelîska xwe qewal û şêx û keşeyan
bi şepêlên zîrekiyê Navkildikin

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…