Helbest u pexşan

Keskesorek ji Dekşûrî

 

Ebdulsemed Mehmûd

Êvare ji dekşûrî
Xuleke bê dengî
Xwe li kenarê
Gulîzeran pêça
Sîtavên avdarê
Li bejna çîçekan digerin
Hermela çilwêran
Di berqefa şanîdarê de
Rewake daxistin
Waxxxxx ev çi şap bû ?
Xwen li ber xwe wêran kirin
Şevekê zingilekî çav bêçar kirin
Dema heyvê valahiyek pêça
Stêrk qamişlokî
Di jiyana duyem de xwe avakir
Belê sozek neda
Işev civate ?
Adare
Rojnemevaniye
Waxxxxxx ev çi şap bû ?
Xwe li bejna me girêda
Li dekşûrî hilatî
Keskesorek
Ji min va xwiya ye
Meyzekin
Li ser tîpa kurdî
Bazbeleke
Dîrokê vekin
Jiyan ne bi roj
Yan bi sala ye
Jîndarê pirsa kurdî
Hembêz di çavên xwe kin
Waxxxxxx ev çi şap bû
Civatên me seqet kirin

ev helbest li ser gora Rezoyê Osê hat xwendin , di salvegera duwemîn ya wexirkirina wî de

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…