Eve yekemîn care ku tevgera welatparêza kurd bi tevayî, li gel tevgera erebî ya niştimanî, rewşenbîr û siyasetvanên kurd û ereb li welêt û li derveyî welêt bi yek dengî qîriyane û ji girtina serokekî kurd re gotine na… Dengê xwe bilind kirine û bi mêranî, kiryara dewletê şermezar û protesto kirine. Herweha, gelek kampaniyên piştgiriyê ji bal:
· Rêxistina lêborînê ya navnetewî.
· Rêxistina gelên ber pişaftinê.
· Çalakvana kurd Widad Akrawî-balyoza rêxistina lêborînê ya navnetewî ya dij aşkencekirinê li Danimarkê.
· Kesayetiyên welatparêz ên serbixwe.
Ji bo serbestberdana birêz Şêx Alî li dar ketine.
Ezmûna me em hîn kirine ku li ba cîgehê çêkirina biryarê di dewletê de, cudahî di navbera filan partî û bêvan partiyê de tune ye, hema tu kurd bî, tu li nik wê gunehkarî!!..
Ez bawer dikim ku ew dema berê çûye îde nema vedigere, ew dema ku çalakvan û hevalên partiyekê zindan dibûn, nakokiyên navxweyî, nedihiştin alîkarî û piştgirî weke dihate xwestin bi wan re bibe, lê îro, dem hatiye guhertin, hişê me kurdan jî baş pêşve çûye, em kurdayetiyê di ser partiyetiyê re digrin, çimku ev partî û rêxistin ji bo çareserkirina vê dozê hatine meydanê.
Em bawer in û li ber çavan e ku mamoste Şêx Alî û partiya wî di vê berxwedanê de ne bi tena xwe ne, lê belê tevgera kurdî, ya niştimanî bi tevayî, gelê kurd û bervedêrên mafên mirovan û hemî mirovhezên cîhanê li kêleka vê doza dadmend û rewa ne.
*Azadî ji têkoşerê kurd mamoste Şêx Alî re!
*Demokrasî û azadî ji gelê Sûriyê re!







Şîrove (0)