XANÊ

Lewend Dalînî

Her dema kû giyan û canê wî bihevre biketana heyecaneke bêsedemî,  kûr û bê binî, û sawîr û  xalên reş li pêş çavên wî bihatana zelal kirin!…. Hingî dizanîbû kû wê tofaneke mezin, lehîyeke giran li jiyana wî rabe,  ne tenê ya rojane, lê belê ya pêşerojê jî, û wê xwe bi rengê bûyerekê bidê xuyanî kirin?!.

Dilê wî dihate guvaştin, pêlek ava germ bi laşê wî ve dawerivî! Hawîr dora sînorên laşê wî tevdaneke bê rawestan û ne zelal dida!
Damarên laşê wî wisa li wan dihat kû ne yek jî jiwan dikaribû  karê xwe ê fîzyolojî pêk anîba!.
Wê rojê bi temamî ji nêva livînê nehate der,  di tevlîhevîyekê bi mij û moran de,  canê wî peyala tehlî û bêhewesîyê dinoşt!.
Di kete newalên kûr û bê  dawî! şeva reş baskên xwe berdidane hawîr dora wî! sawîrê reşkên şevê û pîr-eboka dihatin ber çavên wî!… kêferat û berxwedanên wî tu alîkarî pêre nedikirin!  ne di revê û nejî di bazdanê de! tu rîyên xelasbûnê ji xwere ne di dît! navtêdan dixwe didan, tu feyde nedidanê, mêrxasî,  mêranî di bîra xwe de tanî,  hîç tu tişt nedihate guhertin!. Li hawîr dora xwe di fitilî,  li bin guhê Sênc û dîwaran,  kevir û latan diket!  kevir di bin lingên wîde dihêrivîn,  di hîman de werdibû…… Carna bablisokê ew qûnaxekê li ber xwe dibir,  û toz û dûmanê  ritam dixiste çavên wî!…… Kelem û pîjan ling û destên wî brîndar dikirin! kincik û cilikên wî dibûne av û çirav,  geh germê Lê cordikir û geh jî ta yê ew zem dikir, û dibû reqe reqa diranên wî ji serma!…….. Havênê hestîyekî sax di canê wîde nedima! Lê hîn berxwedana xwe ne dirawestand!?.
Destên xwe li hawîrdora xwe di peland,  bihêvîya kû bighîne çuqlîyek dar yan jî tûmê giyakî xwe pê bigrê û xelasîya xwe bibînê! tiştek bi dest wî nediket! Geh di revî,  û geh jî dikete cokan û nehêlan de! Zûre zûra gur û rovîyan, bîna termê Miraran,  şewat û kizûrê!.
Vîze vîza bayê û baranê,  şinge şinga berq û beledîya,  him him û gum guma tav û ewran!.
Cilên wî di qetiyan û zîvar zîvarî dibûn,  panîyên lingê wî qelişin û bûne ciwên xwînê,  qeremên wî alîkarî pêre nema dikirin, û ji qama xwe de kete erdê! bi zik kişînê canê xwe dikişand,  bi destên xwe alîkarî bi lingan re dikir û bi hêrz daxwe û rabû!.
Bazdida û diket! radibû û dîsa bazdida….Terpilî! û patika enîya wî li bin guhê Latekê Ket!…. Şingênî jê hat……. Qederê Bîstekê Bê hiş ma! dîsa rabû ser xwe!…
Ji nişkê ve ji xewê hilçenîya! Li ser dengê zingilê telefûnê…….. Xuhdanê laşê wî,  doşek,  palgeh û lihêf kiribûne av,  tayekî ziwa jî nemabû!….. Dest li telefûnê di peland beyî kû karibe çavên xwe veke,  destê wî telefûn nedît!……. Serê wî hatibû cihê Lingê wî,  û lingê wî jî çûbûn cihê Serî!?.
Ji rexê Malê ve jêre telefûn anîn!……
Li min bibûre belkî min te ji xewê şiyarkir! Lê divabû kû ez te agahdar bikim: Xanê şeva bûrî dane zilamekî têr pere!?…
Û telefûn hate girtin……

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…