Spasnama ji malbata Emerê lalê

Miletê meyê heja
Em dizanin ku cihê kovandarî û êş û azarê ye gava mirovek ezîz û buha ji nav komelê civakê bardikê

Lê ji layekî dî ve cihê şanazî û serfiraziyê ye gava em dibînin miletê me li mirovên xwe yên xwedî ked û xebatkar xwedî  derdikevin, her wiha me dît û diyarbû ku bavê me EMERÊ LALÊ ne yê me tenê bû lê belê yê gelê kurdistanê  bi tevayi bû ji ber ku miletê me da diyarkirin bi hemî miştaxên xwe ji hemî partiyên siyasî şêxên olî  û rewşenbîr û kesayetî ji xort û keçan Kurd û Ereb xiristyan û êzidî hemî bi hevre li ser gora helbestvanê xwe civîn da xatirê dawî jê bixwazin, lê hêvîk me ji miletê me heye ku koçbarkirina EMERÊ LALÊ  bibê sedemek ji bo hevgirtina vî gelî nemaze di vê rewşa ne aram de

Gelî miletê hêja  û biha
Bi navê xwe û malbata xwe û hemî kes û karên xwe (li Sûrî –herêma Kurdistanê –derveyî welat ),
Bi dilekî geş û evînekî xweş sipasiya miletê xweyê wefadar û xweragir dikin (partiyên siyasî- şêxên olî –kesayetî –siyasetmedar –rewşenbîr –jin û mêr –xortên çalakvan) bi taybetî devera(Girkê Legê-Dêrika hemko-Koçera –Zaxoka behdîna) li ser vê piştgîrî û rawestana wa bi me re çi bi hatinê û çi bi burûska yan bi telefonê, herweha em sipasiya hemû malper û TV yên kurdî dikin,  yên ku pûtepêdan bi vê helkeftinê kirîn.
Em soz û peymanê didin miletê xwe ku şopa wî ya kurdayetiya resen neberdin û bişopînin  çi di warê xizmeta gel û niştîmanperweriyê de bê yan jê di warê tore û nivîsandinê de bê û emê wefadarê vî miletî bin ta mirinê.
EMERÊ LALÊ ço ber dilovaniya xwedê lê rêbaza barzaniyê nemir ne berda ma wefadarê gel û niştîmana xwe bê west û tirs xebat dikir  ta hat sipartin di vê xaka pîroz de,  lê tiştin buha li pey xwe hiştin, emê bi dilsozî wan berhemên wî vejîneve û çap bikin rêbaza wî ya pîroz bişopînin ta mirinê, mil bi mil di gel miletê xwe ji bo pêkanîna hemî armanc û hêviyên vî miletî.
Hêvîdarin ji yezdanê dilovan ku nemirê me bi buhişta xwe şabikê û armanc û hêviyên EMERÊ LALÊ bi cî bînê.
her bijî miletê me her û her li pêş û serketîbin .
Huşyarê Emerê Lalê
12/11/2011

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…