Arjen Arî
keftar î keftar
çar kenar, har î har
bicivin li termé min
vegijgijînin bi diranén berazî
min bikin qet qet
min bikin piç û parî!
ne cendekekî heram im, ne kelaşekî nicis:
goşté qewmekÎ me, welatek im
di mélaka min de nikulén dasî
hilqetînin roviyén min
heta bi hinavén min derxin
we bivé germ germ bixwin
we bivé gep bi gep, bi sarî!
piştî her luqmé, piştî her parî
bişikirînin, gur gur bizûrin
li ser 24 termén hişketer
beré xwe bi jor ve kin
û bibéjin ‘Allahû ekber’!