belavokên partiyan

Dilêrê Kurd û berhevoka ALAV

 Di dema dawîn de û nêzîk .. helbestvan û nivîskarê şanoyî (Dilêrê Kurd) , berhevoka xweyî helbestî çap kir .. bi navê (ALAV) , û ev dibe ya çaran ji berhemên wî yên çap kirî , û wek tê nasîn helbestvanê me helbesta kevneşop dinivîse , lê vê carê azadî da pênûsa xwe û ser bi xwe kir , û pênûsa wî jî xwe kêm ne kir û helbesta nûjen hilbijart .. û kir piroje ji vê pirtûkê re , û ji ber şanoyê jî dinivîse .. em dibînin di helbestên wî de , wek li ser depê şanoyê be û bi rola xwe dilîze , çindikan û çerefîtan dide ..
û bi çiv û bi riv û xwe şêrîn dike mîna gezo û hungiv , geh bi xwe re di axive û carnan bi hawîr xwe re jî di peyive û dilive , bêtir sîber û xewnên nedîtî dibîne , diçe gundê xwe û li dayik û bavê xwe dihêwire .. û di himbêza wan de xilmaş dibe , zarotiya xwe tîne bîra xwe û leyîstikên biçûkanî .. û omîda wî ye vegere li şevbihêrkên malbatî , li heval û hogir û dostên xwe .. û li gerdişên berê , li şivan û pezê col û gok û hol , li dewkil û dotina pez û bêrîvan , û keç û xortên evîndar û li buharê di nav kulîlkan de didin hev civan , pîr jî li ser tevnan hepo di dest wan de û bi tevnan mijûlin , teşî rês jî teşiyên xwe dirêsin .. û dayik zarokên xwe şîr didin di dergûşê de dilorînin , pale û karker û  cotkar derdikevin û berê wan li kar , û di nuhurînin û sitiranên nemir Mihemed Şêxo dibêjin û li hev vedigerînin , dil mest û xemgîn dikin û dil têşînin , û di dawîn de helbestvanê me dixwaze dûmahiyekê bide şanogeriya xwe, wek yekî xatir bixwaze û temîniyên xwe dike û dibêje ..          
Ger ez bimrim . 
Min veşêrin li gundê min . 
Raser xanî û mala min .
 Nêzîk bav û dayik û bira û xwîşka min .
 Li bin siha dara jiyana gelê min .
 Heger bû pirsiyan li min .
 Bêjin .
Dilêr bû .
 Têkoşer bû .
 Kelem bû di çavê dijmin .
Wê çaxê nû wê gundiyêd min şiyar bin .
 Nû guhdar bin li dengê min .
 Bi pêdarî .
Wê bêjin gotar û şano û ristêd min .
 Bidin ser şop û rêça min .
 Zê jî gorî û xelat bim .
 Bo Kurd û Kurdistana min .
Û dibêjim ev pirtûk çilo be .. herî gavek fireh û rast û duriste , û Dilêrê Kurd ji kesên giran buha ye, û xwedî behremendiyek mezine .. di helbesta Kurdî de û di şanoyê de jî , dest sax be hozanvano .. û supas ji te re şanovano , û serkeftin bo te û pêşve her û bê veger …
 Rojnamevana Kurd .. Hemrîn Ehmed
 Qamişlo

             17 – 10 – 2011 z  

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…