Berhemên Nû

Dêrika Hemko… Bîranîna salvegera koçbarbûna serwerê kurdayetiyê Barzaniyê nemir.

Welatê me – Wek rêz û rawazeka salane, îsal jî rêxistinên derdu partiyên bira, partiya Yekîtiya Demoqrata kurd li Sûriyê (Yekîtî) û partiya Demoqrata kurd li Sûriyê (AlPartî) bîreweriya salvegera koçbarbûna serwerê kurdayetiyê Barzaniyê nemir, li bajarê Dêrika Hemko saxkirin.

Di dest pêka wê de, amade û berhevên ahingê kêlîkî bê deng li ser canê şehîdên kurdistanê û li ser canê serkerwanê şehîdan Barzaniyê nemir rawestan û sirûda niştîmanî (Ey Reqîb) destpêkir .
Paşî pêşkêşkerê ahingê xêrhatina mêvanan kir û kurtiyek ji jînenîgarî, kar û xebat, rol û serbora Barzaniyê nemir ya dûr û dirêj di nava dîroka gelê kurd de da xuyakirin .
Pişt re gotinên herdu partiyan hatin xwendin û di gotinan de hate gotin :ku em bikaribin vê bîreweriyê bikin helkeft û derfetek ji bo yekkirin û hevgirtina rêzên miletê kurd, raxistin û rêk û pêk kirina navmala kurdî, ku mafê netewî û demoqrasî yê gelê kurd li Sûriyê pêkbînê, û herweha dîsanê di gotinan de hate xewstin ku rêbaza Barzanî werê parastin û nekevê di bazara girtin û berdanê de, ji ber Barzaniyet rêbazeka kurdayetî ya pak û ciwane û yê xwe bibînê şopgirê vê rêbazê gerek di kar û xebata xwe de merd û wefadar bê . neku xwe dibin sêhwana wê ya paqij de veşêrê û pê wê berjewendiyên xwe yên teybet bi parêzê, her dîsanê di gotinê de hate duparkirin, giringira raxistina nav mala kurdî di vê qûnaxa siyasî ya nazik û hestiyar de ta ku em bikaribin destkeftiyan bi dest xwe ve bînin .
Dawiyê ahing bi qevdek sitiranên koma Ahîn ya Hunerî û Folkolorî hate xemlandin û bi dawî hat .
Hêjayî gotinê ye ku bi vê helkeftinê rêxistina Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê(ALPartî), li devera Xêrikan û Girkê Legê jî salvegera bîstûheft saliya koça dawî ya serwerê netewa kurd li bîra xwe anîn, û kor û simînar hatin gêran û sazkirin.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…