PRAVDA: Qedera Şamê di destê Kurdan de ye

  Rojnameya navdar PRAVDA a Rûsî serhilda gelên li Sûriyeyê nirxandin û nivîsand ku dahatûya Şamê di destê Kurdan de ye.

Rojnameyê ragihand ku yekîneyên taybet jî di nav de rêveberiya Şamê gelek hêzên leşkerî veguhestiye herêma Kurdan. Pisporê Rojhilatanavîn, Sergey Demidenko diyar kir ku ger eşîretên Dûrzî û Kurdan jî serî hildan rejîma Esad ê hilweşe. Herwiha di nûçeyê de tê diyarkirin ku dibe artêşa Sûriyeyê wek ya Misirê li hemberî xwepêşandanên gel bêdeng bimîne.
YEKÎNEYÊN LEŞKERÎ BER BI HERÊMÊN KURDAN VE TÊN VEGUHAZTIN
Rojnameya Pravdayê ya ku di sala 1912’ê wek rojnameya karkeran dest bi weşanê kir cih dide vê yekê : “Bûyerên di 15’ê Adarê de li Sûriyeyê dest pê kirine, weke senaryoyeka xirab pêş dikevin. Li gelek bajaran bi hezaran muxalif xwepêşandanan li dar dixin. Bi taybet li bajarê başûrê welêt bi leşkeran re pevçûn çêbûn. Li gor muxalîfan nêzî 100 mirî hene. Rêvberiya Şamê muxalîfan bi Îslamparêziyê sûcdar dike. Beşar Esad li aliyekî soza reformê da û li aliyê din jî leşkeran vediguhêze herêmên Kurdan.”

KURD Ê LI CEM TEVGERÊN ŞOREŞGER CIHÊ XWE BIGIRIN
Nûçeya ku bi îmzeya Sergey Palmasov hatiye weşandin, cih dide nêrîna redaktorê Rojnameya Ozgur Kurdistanê a li Moskovayê weşanê dike Îshxan Mîroyev jî. Nêrîna Mîroyev wiha ye: “Kurd bi rêveberiya Suriyeyê re li hev nayên. Lewra, polîtîkayên Beşar Esad yên van demên dawiyê li ser kurdan dide meşandin, ji polîtîkayên Sedam cuda nînin. Dîktarorên ereb, ji gelên xwe zêde li ser kurdan pêkutî dan meşandin. Her çiqas Esad li ser gelê xwe pêkutiyan dimeşîne jî zêdetirê li ser kurdan pêkutiyên xwe zêde dike. Li ser serê kurdan wekî tîranekê ye. Ji bo kurdan biçewisîne, leşkerên xwe şanidiyê herema kurd lê dijîn. Li Îranê her çiqas hin mafên biçûk yên kurdan hebîn jî li Suriyeyê nêzî 400 hezar kurd bêyî ji tu mafan sûd bigirin, dijîn. Li wê derê 3 milyon kurd dijîn. Rewşa van ji yên din baştir nîne. Raperîna ereban ya piştî metîngeriya fransiyan, niha ji bo kurdan dibe sedema kêfxweşiyê. Kurd, wê li cem tevgerên şoreşger yên ereban cihê xwe bigirin. Hestên welatparêz yên kurdan pêşketîne ew bêdeng namînin. Ev dibe ku ji bo Esad bibe pirsgirêk. Hikûmeta Esad li herema kurdan li ser derziyeyê. Lê ev rewş jî dûr û dirêj dom nake.”

DURZÎ JÎ DÊ BI KURDAN RE SERÎ HILDIN
Rojname cîh dide Pisporê Rojhilata Navîn yê ji Navenda Stratejî û Analîzê Sergey Demîdenko jî. Demîdenko balê dikişîne ku dibe durziyên li Suriyê dijîn jî li cem kurdan cihê xwe bigirin û wiha pêde diçe: “Li herema kurdan ya li Suriyeyê di salên 2003-2004””””an de hin çalakiyên bi çekan pêk hatin. Wê demê raperîna kurdan hate çewisandin. Lê eger kurd niha serî hildin, ev ji bo Esed dê gelek xerab be. Divê neyê ji bîrkirin ku kurd li hemû bajarên mezin yên Suriyeyê belav bûne. Dibe ku ew bibin bela serê Esad. Wê demê Esad dê neçarî hêzên xwe bitehisîne bakûr û bi kurdan re bikeve nava şer. Birayên kurdan yên li Iraq û Tirkiyeyê jî dê piştgiriyê bidin kurdên vê derê. Di heman demê de eşîrên durzî jî dê piştgirî bidin kurdan. Lewra mafên wan jî tên binpêkirin. Her çiqas erebî diaxivin jî ew ne ereb in.”

KURD Û DURZÎ BIBIN YEK ESAD WÊ BIKEVE
Demîdenko wiha didomîne: “Li gori hin etnografan durzî ji arametslerên ereb û kurd tên. Her wiha ew baweriyê bi ola durzî tînin. Hinek jî wan nêzî şîiyan dibînin, lê erebên sunî wan wekî misilmanan nabînin. Li hemberî wan hin polîtîkayên sosret dimeşînin. Ji herema wan ya Cebal Durzê re gelek kêm razemenî tê kirin û ew paş ve hatine hiştin. Her wiha rastî cudakariyê jî tên. Li gorî hin kesan dibe ku ew li cem bedeviyan jî cih bigirin. Lê hêzên taybet yên Suriyê ditirsin ku, li cem Îsraîlê cih bigirin. Loma li welat nerehetî gelek mezin e. Her wiha şansê Esad li gorî Qedafî, kêmtir e. Ji ber ku Raperînên Durziyan yên 1925-1927””””an gelek tesîr dabûn nîşandan û biçek mabû dawî li metîngeriya fransizan bînin. Eger kurd û durzî bibin yek dawiya Esad gelek nêze.”

ANF NEWS AGENCY

Jêder: Netkurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…