Xêro Ebas: Lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazim

Hevpeyvîn: Dilbixwîn Dara

Ev demeke li dijî hunermend Xêro Ebas kampanyayekê dest pê kiriye. Ji Facebook bigirin heta bi Youtube û malperên internetê, Xero Ebas bi durûtî û ne durustiyên tê tewanbarkirin.
Xêro Ebas, ku di çend salan de dikaribû xwe bigihîne hejmareke mezin ji guhdaran li her çar perçeyên Kurdistanê û berhemên hêja pêşkêş bike. Ne teqlîd dike ne jî kesekî ji xwe re raqib dibîne.

Ji bo ku rewşa wî ya dawîn ji nêzîk ve bizanibim û ji devê wî bi xwe bibihîsim ka ew li ser wan tewanên ku di derheqê wî de hatine weşandin çi dibêje, em bi telefonê axifîn.
Dema ku mirov ji nêzîk ve Xêro Ebas nas bike, wê bêhtir jê hez bike. Însanekî wiha ye, ne kîn di dilê wî de heye, ne jî însanekî hesûd û çavnebar e. Di dilê wî de çi hebe li ser zimanê wî ye. Keskeî vekirî ye. Gotineke wî di derbarê kesekî de hebe di rûyê wî de dibêje. Ji paşgitiniyan jî hez nake.
 
Min pirs kir: “Ev çi firtine bû, te çi got çi kir, tu li Suriyê dibêjî Beşar Esed tu serokê me yî, li Hewlêrê jî li hember serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêjî min hîn ji kesekî re negotiye serok, tu serokê min î… Çima?”
 
Xêro, qehweya xwe vedixwe û nefeseke kûr li cixareyê dixîne:
 
“Min nexwest li ser vê meseleyê bi tu kesekî re biaxifim û tu daxuyaniyan bidim. Cara yekemîne ji te re dibêjim. Hinek hene xêrnexwaz in, dihesidin, hez nakin, her tiştî berûvajî dikin. Ew axaftin di konsertekê de hate kirin, li Helebê, havîna 2010 bû. Xwendekarên zankoya Helebê gazî min kirin û xwestin ez konsertekê bidim. Zêdetirî 500 kes beşdar bûn. Derdora me hemû muxaberat bûn. Ji min hate xwestin ez silavan ji serokê Suriyê re bişînim. Ew der Sûriyê ye, mirov nikare her tiştî bi kêfa dilê xwe bike. Min di dilê xwe de got, dibe ku lidarxistina wê konsertê deriyên berfereh ji bo hunermendên din veke. Yek ji armanca min ew bû ku hunermedên din jî biçin li wir konsertan bidin…“
 
Min pirs kir, tu ne kesekî siyasî yî, kesên ku beşdarî konsertê bûn ji bo dengê te hatibûn, te li wê derê axaftineke siyasî kir…
 
„Belê, ne siyasî me, naxwazim bi tu awayan xwe tevlî siyasetê bikim. Lê ji bo ku tu li Suriyê konsertan bidî, tu mecbûrî hinek tiştan bikî, min ew tişt nekirin, min silav milav neşandin, min çend gotin kirin, dema ku min ew gotin kirin, ez pê nehesiyam ku şaş dikim…“
 
Yanî tu dibêjî te rast got?
 
„Belê. Binêre min got ew al, ne tenê a la Ereban e, a la me ye jî, ew welat ne tenê welatê Ereban e, welatê Kurdan e jî, min got serokê Suriyê ne tenê serokê Ereban e, ew serokê me ye jî… Min got me di ber wê axê de xwîn rijandiye, min şaş negotiye, me xwîn rijandiye, papîrên min ji bo parastina axa Suriyê ji dagîrketiyan frensî, hatine îdamkirin, hatine sirgûnkirin… ez ne kesekî siyasî me. Min siyaset jî nekiriye, lê min tiştek gotiye ku min rast didît. Jixwe siyasetvanên me jê girantir dibêjin. Tiştekî din jî bêjim, bawer bike heta ku dikevim Suriyê û ji Suriyê derdikevim, hezar problem ji min re derdikevin, ji aliyê istîxbaratan ve. Lê mixabin hinek kesan xwestin wan gotinan berevajî bi karbînin û kîna li hember min dilê xwe de, bikin şerekî dijber û min teşhîr bikin…“
 
Milet ne rihet bû, çi dibêjî?
 
„Min nizanibû ku wê milet nerihet bibe. Lê eger min gelê xwe bi wan gotinan nerihet kiribe û êşandibe ez lêborîna xwe ji wan dixwazim“
 
Dema ku tu beşdarî kongreya 13’mîn ya Partiyê bû yî, tu pir bi heyecan bû yî.
 
„Belê gelekî, cara yekemîn bû serok Barzanî dibînim. Ew xewneke zaroktiya min bû. Min nikaribû hestên di dilê xwe de bînim ziman. Her gotineke ji devê min derket, gotina dilê min bû. Xebata birêz Barzanî ji bo xizmetkirina Kurdistanê cihê rêzgirtinê ye. Ne tenê ji bo Kurdên li başûr, ew ji bo hemû Kurdan serbilindî ye…”
 
Pirseke din Xêro, hinek malperên internetê bi taybetî yên ku bi soranî derdikevin nivîsandin ku te dest Brzanî maç kiriye.
 
Xêro dikene: “Çiqa bêbext û xêrnexwaz hene! Tiştekî wiha tune ye. Çênebû ye. Dema min stranên xwe gotin û ji ser sehnê daketim, min dest da wan û serkeftin xwest. Ew li pêşiya çavên her kesî û li pêşberî kamerayan çêbû. Munasebet çiye destan maç bikin?! Min got tu serokê min î, niha jî dibêjim, bi şanazî dibêjim… serok Barzanî hêjaye jêre bibêjî serok!“
 
Xêro Ebas li ser hinek gotinên ku dibêjin wî piştî konsertê Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dîtiye û hinek daxwaz ji wan kirine, derewîn derxist û got wî piştî kongreyê ew nedîtine. Avestakurd / Rûdaw

Jêder: avestakurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…