belavokên partiyan

Malpera Komela Roj Ya Çanda Kurdî vebû

  Daxuyanî
Xwendevanên hêja,
malper û rojnamevanên kurd:
Wek hûn dizanin Komela Roj di dawiya sala 2009an de li derûdorê bajarê Vechta hate damezirandin. Armanca komeleya me xezmeta çand û floklora kurdî bike. Di vê komelê de gelek malbatên kurd û civata wê herêmê alîkariya birêvebirina komelê de roleke aktiv dilîzin. Ji bo xurtikirin û bihêzkirina rola vê komelê, em hêvî ji kurdên xwe yên vê herêmê û derûdora wê dikin ku piştgiriya komela Roj bikin û weke endam tê de cih bigrin.
Di vê çarçewê de, em dixwazin bêjin ku di dema pêş me de, em ê konferasa xwe lidar bixînin. Em dixwazin ku kesayetên me ji vê cavatê ne dûr bim û ne bê par bin. Bi hebûna we komele li ser lingên xwe disekine û dikare xizmeteke baş di warê kurdewariyê de bilîze û xwedan rol û bandor be.
Xwişk û birayên kurdperwer û hêja:
ji bo sazkirina vê komelê me niha malperek çêkiriye û em dixwazin hemû kar û çalakiyên xwe ji xwendevan re raghînin û we li ser naveroka wan çalakiyan aghedar bikin. Di vê malperê de, da hûn baştir komela me nas bikin û hemû taybetmendî û rêbazên ku komele li ser ava bûne nas bikin.
Hêviya me ji we heye ku hûnê ji di riya xwe re vê malperê bi xwendevanan bidin naskirin û di derîveyên xwe de biweşînin. Em ê bi sazî û desgehên xwe dewlemdiyê bidin çand û hunera kurdî û bi xelkê jî bidin naskirin.
Her hebin
www.komelaroj.de

Komela Roj Ya Çanda Kurdî

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…