Kongreya Pena Kurd pêk hat

Di nav rojên 21 û 23 ê meha Gulanê de nivîskarên Kurd ji her zaraveyî û her perçê welat, ji her ol û her mezhebî, bi raman û  îdeolojiyên corecor, ji hundur û ji diyaspora, di heftemîn kongreya PENa Kurd de hatin ba hev.
Li gora rojevê piştî xwendin û pêşkêşkirina silavname û peyamên ji bo kongre hatibûn pêşkêşkirin, rêveberiya peryoda buhurî raporên xwe yên xebatê, raporên darayî û çarkomîteyên ku her yek ji wan lingekî bingehîn e, pêşkêşî kongreyê kirin.

Di nav atmosfereke demokratîk, neteweyî, Kurdistanî û bi berpirsiyarî de rapor hatin guftûgokirin û bi aliyên xwe yên serketî û neserketî hatin nirxandin.
Xalên guftûgo û nîqaşê wiha dikarin bêne rêzkirin:
1.   Rola PENê ji bo nasandina wêje, ziman û çanda kurdî û hewlên PENê ji bo raya giştî beramber îdam, girtin û şikenceyên nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarên kurd li Rojhilata Navîn bêdeng nemîne.
2.   Komîtên PENê; ango komîteyên Wergerê û Ziman,Komîteyên ji bo zîndaniyan,Komîteyên ji bo Aştiyê û komîteyên ji bo Jinan, bêne xwurtkirin û berpirsiyarên komîteyan baştir bi karên xwe rabin.
3.   Parastina serbixwebûn û bêalîbûna PENê û têkiliya xwurt bi giş partiyên welat re
4.   Siyaseta malpera PEN ê, rênedana nivîsên bêsewiye, êrîşkar û siyaseteke weşan û çapemeniyê ku PEN a Kurd li standartên PENa navneteweyî nêzîk bike.
5.   Sazkirina buroyan li welat û destnîşankirina niwênerayetiyên Pen a Kurd
6.   Zêdekirina endaman li welat û li derveyî welat.
7.   PENa Kurd ji ber rewşa aborî û destengiya diravî gelek karên dikare bike û bicîhanîna her yekî ji wan wê ji bo doza gelê Kurd destkewtek be, nayîne cîh. PEN pêwiste li riyên baştirkirina rewşa xwe ya darayî bigere.
8.   PENa Kurd ku cara ewil di daîreya Bacê de li Elmanya, li Kolnê hatiye qeydkirin û ketiye fermiyetê, pêwiste bi PENa Alman re têkiliyên xwe di ber çavan re derbas bike, ji bo başkirina têkiliyên ku nebaş in bixebite.
9.   Rêvberiya PEN a Kurd ji niha ve pêwiste xwe ji bo Kongreya PENa navneteweyî ku wê li paytextê Japonya, li Tokyo, meha Îlonê li dar bikeve, xwe amade bike.
Kongre, rêzdar Dr. Zerdeşt Haco, bi piraniya dengan, dubare weke serokê PENa Kurd hilbijart.
Herweha ji Komîteya pêşîn, berêzan Bêrîvan Doskî û Kakşar Oremar û 2 endamên nû, berêzan Mîrhem Yigît û Bedredîn Salih, weke endamên Komîteya Birêveber û 2 endamên nû(Necîb Balayî û Ebdula Hicab) jî weke cîgirê Komîteya Birêveberiyê hatin hilbijartin.

Pêşniyazên kongre ji bo Komîteya Birêveber a nû:
–   Ziman, bingeha nasnameya tak û civakî ye, lewma qedexekirina zimanê neteweyekê divê weke “Cinayeta li dijî Mirovayetiyê” bê nas kirin û ev cinayet li hember nasname û kesayetiya gelê Kurd, bi dawî were.
–   Zimanê Kurdî li hemû heremên Kurdistanê û deverên ku piranî Kurd lê dijîn, divê bibe zimanê fermiyê perwerde û fêrkarî di hemû astên xwendin û perwerdeyê de.
–   PENa Kurd, mala hevbeş ya hemû nivîskarên Kurdistanî ye ku pênûsa wan di xizmeta ziman û wêjeya Kurdî de ye.
–   Ji bo xurtkirina PENê, ji hemû nivîskarên Kurdistanî daxwaz tê kirin ku bi tevlîbûna xwe, xebata wêje û edebiyata neteweyî û têkiliyên bi cîhana edebiyata navneteweyî re hê bi hêztir bikin.
–   PEN ji hemû sazî, dezgeh, rêkxistin û xwedî deselatên Kurd daxwaz dike ku zimanê Kurdî bikin zimanê sereke yê kar û pêwendiyan.
–   PENa Kurd ji nivîskaran û hemû sazî û dezgehên ragehandinê; weşan û elektronîk, daxwaz dike ku di weşana xwe de girêdayê pîvanên zimanevanî, exlaqî û neteweyî bin.

EuroKurd News & Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û zanist

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...