Konê ReşVêca ez ji wan kesên ku wiha nameyan bo maila min dişînin, hêvî dikim ku, wan nameyên xwe rawestînin, eger tiştek di dilê wan de hebe, wek mêran, bêne rex min, em tekateka hev bibînin û ji hev fam bikin. Bêguman ew kesên ku li dor yekî din bi navê sexte binivîsîne, ew ji bin xwe ve şil e. lewra newêre xwe eşkere bike. Ew jî ji ber du sedeman, yek ji tirsa ye a din ji navê xwe bi fedî ye..
Eger, zikreşî û çavnebariya nivîsandinê be, dibêjim; Dergehê qada nivîsandinê li ber me tevan vekiriye, kesî bi destê kesî negirtiye, fermo xwe berdinê û wek ku dilê we dixwze, binivîsin.. Gelek babetên hêja hene mirov dikare wan babetan binivîsine. Eger mirov bîr nebe, camêr hene ku şanî wan bidin.. An, eger rexneyên we li dor nivîsên min hebin, fermo wan nivîsan rexne bikin.. Lê yan na, hun doza çi dikin?!
Xweş bizanibin, wek ku kurdan ji mêj ve gotiye; (Tu çi tovê di xakê de bireşîne, tê berê wî tovî hilîne..) Ew tovê ku ez direşînim, eger xerab be, çak be yê min e. Binirixînin, ser çava, lê çima hun bi bêbextî êrîşî şexsê min dikin..?! Ez ne xwedî hêzim ku ji hêza min bitirsin dimîne a din.. Bawer bikin, sincê min yê netewî rê nade ku li wan vegerînim.. ez ji xwe bawer û pişt rastim ku xizmeta zimanê welatê xwe dikim.
Bi hêvî me, ji îro û pê de, êdî bes, wek wan nameyan bo maila min bêne şandin û ji niha ve ez spasiya kesên ku wan nameyan rawestînin, dikim û ez bi xêr û hun bi selamet.

Şîrove (0)