Komeleya Urkêş cejna Newrozê li bajarê Tübingen pîroz kir

Di roja 27.03.2010an de Urkêş-Komeleya Çanda Kurdî li bajarê Tübingen li Elmanya cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kir. Ev şev bi piştevaniya şaredarê Tübingen birêz Boris Palmer û Navenda Integrasiyonê hate lidarxistin. Herwiha gelek mêvanên hêja beşdarî şevê bûn ew jî ev in:
Partiya Keskan a Elmanî
Rojnameya navendî ya bajarê Tübingen (Schwäbisches Tagblatt), ya ku dê raporekê derbarê vê Newrozê biweşîne.
Komeleya Xwendekar û Akademiyên Ereb li Tübingen

Komeleya Elewiyan (Bakurê Kurdistanê) li Stuttgart.
Di destpêkê de beşdarên ahengê yek xulekê ji bo giyanên pakrewanên Kurdistanê rawestiyan û paşê sirûdên netewî yên Kurdî û Elmanî hatin pêşkêşkirin.
 
Paşê endamê rêvebiriya komeleya Urkêş hunermend Nizar Yosif, ku pêşkêşvanê şevê bû, bi germî bixêrhatina mêvanan kir û kêfxweşiya rêvebiriya komeleyê eşkere kir, ku di şevê de hejmareke mezin ji welatiyên Kurd ji her parçeyên Kurdistanê beşdar bûn.
 
Paşê gotina Newrozê ji aliyê Umer Nizar Yosif ve bi zimanê Kurdî (Zaravayê Kurmancî), Vîda Samadî bi zaravayê Soranî û Sara Nizar Yosif bi zimanê Elmanî hate pêşkêşkirin.
Paşê gotina şaredariya Tübingen ji aliyê birêz Dr. Susanne Omran ve bi zimanê Elmanî hate pêşkêşkirin. Naveroka wê jî ev bû:
 
 (Bi navê şaredarê Tübingen Boris Palmer ez cejna Newrozê pîroz dikim û silavên wî ji we re pêşkêş dikim. Di destpêka sala 2010an min nûçeyek gelekî xweş bihîst. Ew jî nûçeya damezirandina Komeleya Urkêş bû. Bi rastî vê nûçeyê gelekî kêfa min anî û moralekî mezin da min.Ez hêvî dikim ji hemû kesên ku îşev beşdar in, ku piştgiriya vê komeleyê bikin, daku em bi hev re kari bin karekî baş bikin. Ez nû îşev sembola komeleyê dibînim, bi rastî tiştekî xweşik û balkêş e. Ez gelekî spasiya komeleyê dikim, ku ev şeva xweş amada kir û hêvîdar im em gelek şevên wiha xweş bibînin. Demek xweş ji we re dixwazin. Spas.)
 
Newrozê bi coşeke mezin bi dengê hunermenda hêja ji rojavayê Kurdistanê ji bajarê Efrînê Evîna Welat dest pê kir û paşê hunermendê hêja Osman Marîwanî ji rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Marîwanê şeva Newrozê geş kir.
 
Paşê hunermendê hêja ji rojavayê Kurdistan Nizar Yosif bi straneke taybet bi navê (Newroz hat) û çend stranên xwe dest pê kir û herwiha bi dengê xwe yê xweş û li gorî xwestek beşdaran bi gurzek stranên hunermendê mezin, bengiyê gulê Mihemed Şêxo (Bavê Felek) berdewam kir.
 
Paşê hunermendê dengxweş û nazik ji rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Sine Şaho Şerîfî bi stranên Kurdî (Zaravayê Soranî) û çendê stranên din bi zimanê Farisî şev xweş kir.
 
Herwiha gelek nameyên pîrozbahiyê ji çend partiyên Kurdî û Elmanî di şevê de hatin pêşkêşkirin:
 
Partiya Keskan a Elmanî (Leqê Tübingen)
Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK-Stuttgart)
Partiya Demokrat a Kurditanê (Rojhilatê Kurdistanê)
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê –Yekîtî- (Rojavayê Kurdistanê)
Partiya Komele (Rojhilatê Kurdistanê)
 
 
Paşê hunermenda hêja ji rojavayê Kurdistanê Gulîstana Sobarî şeva Newrozê bi stranên xwe yên xweş xemiland.
 
Paşê hunermenê hêja Roj Elî bi stranên govend û şahiyan şev bi dawî anî. Li dawiyê rêvebiriya komeleya Urkêş spasiya hemû beşdaran kir û hêviya piştigiriya wan kir, daku karê vê komeleyê pêş ve biçe û geştir bibe.
 
28.03.2010
 
Tübingen/Elmanya
 
www.urkesh.de
 
E-Mail: urkesh@hotmail.de
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Bi te bûme helbestvan
Bi hest û vîn û raman
Kevoka ber dilê min
Karxezala kurdistan
Tu pîrozî tu cejnî
Bi te şahî dibin can
Hemî cejnên buharê
Bi te dibin gulistan
Vîna min û te cejne
Avdar dibakê nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê sema û dîlan
Digel Reqsa botanî
Bi şêxanî bablekan
Bihna gula difûrê
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me…