belavokên partiyan

Koma Arî beşdarî ya konsêrta «Ezîz Weysî» kir

Li seyrangiha Henarê li nêzîk bajarê Hewlêrê, û li ser vexwendineke fermî, Koma Arî ya huner û filkilorê kurdî beşdarî ya konsêrta hunermendê navdar “Ezîz Weysî” kir.
konsêrt ji bal Yekîtî ya Lawanên Demokrata kurdistanê hat rêkxistin bi helkefta cejna newrozê û sersala nû ya kurdî, û têda hijmarek mezin ji kurdên her çar alîyên kurdistanê amadebûn.

Di despêkê de “koma Arî” bi siroda nîştimanî (Ey Reqîb) û bi çepkên bi hezaran kesên hazir derbasî ser texta şanoyê bû û çend nimayişên balkêş pêşkêşkirin ku bû cihê dilxweşî û dilşadîya amadebuyan.
Piştire sikirtêrê Yekîtî ya Lawanên Demokrata kurdistanê birêz (Omêd xoşnaw) di gutarekê de, tevî bi xêrhatin û pîrozbahî kirina newrozê û ser sala nû ya kurdî, balkişand ser komkujîya newroza (Reqe) ku têde hezên ewlekarîya Sûrî û cencewîdên ba`s êrişkirin ser kurdan û ev yek jî bû sedema şehîdbûna (2) ciwanên kurd û birîndarbûna bi dihan kes tevî  girtina bi sedan kesên din jî, sikirtêrê Yekîtî ya Lawan sersaxî li malbata şehîdên newroza (Reqe) kir û hêvîya saxî û selametî ji bo birîndaran û azadî ji bo kesên girtî xwest.
Piştî gutara sikirtêrê Yekîtî ya Lawan, hunermendê navdar “Ezîz Weysî” hat ser şanoyê û bi dîlanên kulîlik û ciwanên Koma Arî, gurzek sitranên xwe pêşkêşkir û coş û xroşa kesên amade zêdetir kir.
Hêjayî gotinê ev konsêrt ji bal çend kenalên asmanî wek (Kurdistan tv, zagros, newroz) û çend kenalên navxweyî ve bi awayekî zindî hat weşandin.

Komîta ragihandinê ya
 koma Arî ya huner û filkilorê kurdî

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…