Avîna Welat: Giyana awaza kurdî kêm dibe guhdarvanên strana kurdî kêm dibin

Dîdar: Demhat Dêrikî

Evîn xan, divê çi taybetmend li cem wan kesan hebin da em bêjin ew(di warê peyv, awaz, starn) hunermendin?

Hunermend ew e yê ku karibe di hestên xwe de afirandinê bike, anku zanibe hez bike û di navbera xwe û hestên xwe de rast be û di awazê de gihayî be ji xemlandina stranê re.
Tu ji rewşa îro ya hunermendên kurd raziyî? Gelo daxwazên civaka kurd ji hunermendan çi ne û hunermend dibin bersiva van daxwazan?

Mixabin ev kêm e, jiber gelek ji wan dimînin di bin bandore Ereb, Tirk û Firsan de. Wek tê dîtin, dixwazin rengê mûzîka kurdî(bê ku haj ji xwe hebin)ji holê rakin. Ji bersivê zêdetir, karek neyînî di civakê de dikin, giyana awaza kurdî kêm dibe û
guhdervanên  strana kurdî kêm dibin.

Ev dengê xweş, ev awaza xweş ya Evîna Welat ji kû tê? Em dikarin bibêjin bandoreke giring ya çiyayê kurmênc, kanî û sirûşta Efrînê li ser vî dengî heye?

Erê hevalê hêja, ez di nava wan çiyan û newel û şînkayîya Efrînê de hatim jiyanê û bandoreke xwe ya giring li ser min heye. Xala din a giring, bajarê Heleb bajarê mûzîkê ye, warê hunermendê mezin Sebah Fexriye. Guhên wan xurte, ku kesê nizanîbane bistre ew ji civata xwe diavêtin..

Astengiyên di jiyana we ya hunerî de derketîn çi ne û li hember wan helwîsta Evîna Welat çi bû?

Temenê min 9 salî bû dema min dest bi stranê kir, heta îro xewn di hundirê min de dijiyan û dimirin, dihatin û winda dibûn. Gelek astengî li pêşiya min derketin; civakî, aborî hwd. Pir cara min stran dihêla, lê hevalên min ez rexne dikirim û digotin mixabin ev çend sale te li berxweda û nuke bi hesanî tu zaroka xwe dihêle. Bi rastî dema çîroka şerê xwe yê jibo mûzîkê min kirî  tînim ser ziman(girî û êş), nema pêşiya xwe dibînim. Lê piştî şoreşeke mezin min elbomeke xwe derxist û ji nûve hatim dinyayê. Her çende ne bi dilê min be jî, ew zaroka di hundirê min de digriya, nuke hatiye dinyayê.

Tu carna di jiyana xwe de poşman bûyî û te gotiye xwezî min ev nekiribane?

Erê, jiyana min tev poşmaniye, xwezî nehatibame dinyayê?!

Dema we dest bi hunerê kir, yên bandor li we kirîn û bi we re bûyîn alîkar kî ne? Ji hunermendan yên herî nêzîkî dilê Evîna welat?

Xalê min û diya min pir alîkarî bi min re kirin, lê bavê min li min qedexe dikir. Ji Dilinya Rezazî, Bilind Îbrahîm, Sefqan, Şeyda, Çopî, Îbrahîm Mihemed Şêxo hez dikim û wan nêzîkî dilê xwe dibînim.

Niha çi proje û planên we yê hunerî hene?

Di serê min de projeya kilîpekê heye û aşopên min di vî warî de bilindin, lê ez ê li berxwe bidim.

Sipas

Sipasxweştir bo vê derfetê

Çavkanî: www.rojnamawar.com

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…