KNN/PirtûkJi Weşanên HAN berhemeke nû: Nalînên Peravan
Weşanên Han ev car jî bi romaneke tijî û zengîn ya Kovan Sindî ve derdikeve pêşberî xwendevanên xwe.
Jiyana civakî ya Kurdan, hestên binkeftinê û jinûve şiyarbûna kesayetiya binkeftî, berxwedan û her wiha eza û tedayiyên bê hesab yên hêzên dagirkeran û di dawiyê de windayî… Û wek navê xwe peravên welatekî dinalin…
Ev sêyemîn romana Kovan Sindî ya çapkirî ye. Roman ji çiwar beş û 302 rûpelan pêk dihê.
Kerem bikin qeftek ji romanê bixwînin…
KNN/Nahê Xan
Nasnameya Pirtûkê
Nalînên Peravan * Kovan Sindî
© Han-Grafik & Kovan Sindî
Çapa 1.
Berlîn/Çille-2010
Weşanên Han – 21
Roman- 9
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design: Gazîn Onur Han
Çap û Girêdan:
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Bülowstr. 56-57, 10783 Berlin
Tel.: 00 49 (0) 30 23 55 25 40
Fax: 00 49 (0) 30 23 55 25 41
han-grafik@hotmail.de Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be
www.kurdistan-news.net
www.evra-kitap.com
ISBN 978-3-940997-27-2
Berhemên nivîserî yên din:
Çirayê Şev – helbest- Duhok (2006)
Rojên Êtûn – roman – Duhok (2007)
Kerem bikin beşeke ji romanê bixwînin:
…
Beşê Çiwarem
1
Demê êvarekê ji wan vegera mal, hêşta ji dûr mêze kir, komekî karkeran û dozerek li ser xaniyê wî dixebitîn. Çavên wî ji berî her tiştî man li xanî, wextê dozerê devê xwe dixistê, diherifand, qedên wî bilind dikirin, radikirin û vedipelixand in. Bêdeng û matmayî li cihê xwe rawesta bû û lê dinihêrî. Dawiyê ji binê piyan li şûfêrî kire qêr û bi nik ve bezî.
Welê şûfêrî, helbet ji ber mişêna makînê dengê wî ne dibihîst. Çavên wê koma mirovan jî mabûn lê, demê wekî dêwaneyan dikir qêr û bi nik de diçû.
Hinek palan nivînên wî ji odeyê derxistibûn û li nîva hewşê li bin darmêwê havêtibûn ser hev. Di navberekê de dîsan şofelê devê xwe da bin hinek blokan û rakirin.
Carekî din, wekî mendehoşan li cihê xwe rawesta, çavên xwe digemirand in û bêwican lê dinihêrî. Hercarekê nefesekî kûr dikişand û weha mîna stûnekê li wir mabû rawestayî. Di wan xeman de, destên wî sist bibûn, laş xav bibû, lêv zuha bibûn û keng şikestibûn. Serê xwe nixûn kir, di endêşeyên bed de çû û dibin bruhan de li dozerê mêze dikir. Çehvên wî pir bi hêrs man li şûfêrî, û wekî rûbarê ku bihêtin pengand in weha di naxê xwe de pengiha bû. Dîdeyên wî ji qehiran tarî bibûn, hestên wî ariha bûn û helbet dilê wî pir şikestibû. Carekî dî dîsan li şûfêrî kire qêr, rast hêrîş kirê, çû ser pêstirkên şofelê, di milê wî ra girt, vehejand û vêra axivî,”ma tû koreyî, nê te malek xopan kir”.
Şûfêrî, yê reştoz, difinmezin, lêvstûr î çavhûrik, makîne rawestand, vemirand, lê zivirî, û bi dengek bilind vêra vepeyvî,”te çi divêtin?”.
“Ma tû na bînî, tû nizanî min çi divêtin?. Nê ev malek bû te wêran kir, ma hûn pirs nakin, ka xûdan heye yan na?. Nê te, hemî tiştên min dibin zincîrên dozera xwe de pelixand in, hey wêranger”, bi dilekî sohtî lê kire qêr û destê xwe dirêj kire navçavan.
Demê ajoyî jorda li ber zincîrên dozera xwe dinihêrî, tenha hinek qedên amanên fafûnî yên reş û hinek kincên kevin li erdê didîtin. Li aliyê din tûrek bi hinek kincên nû ve bi erdê ra, bi zincîrên dozerê ra veçiriya bûn, li ser milê xwe lê zivirî,”ka tiştên te?. Ez çi gewherên kaxê Xusro û Êkbatana, di stexira te ve na bînim”.
“Hey kore, nê ev tiştên li ber çehvên te weha bê biha, ji pêdawîstên min ra ji gewheran jî giringtir bûn”.
Di wan gotinan de, mirovekî efendî, qelew, rengesmer, bi simbêl, bejinqut û bi kincên reş ji wêde bi nik ve hat. Qelûnek di destî de bû, dida ber pêlan, dûkêl jê berz dibû, hêdî li hember rawesta û vêra axivî,”erê te dizanî, ku ev parçe zevî ne yê te bû?”.
Ew bêhoşî û qehir piçekê ji serî derket. Hêrsa wî wekî kela nîskê zû damiriha û li wî zelamî zivirî,”bêguman min dizanî, lê we neheqî kir, çima we ji min ra ne got; mala xwe ji vir bar bike, hîngê belkî min çareyek ji xwe ra peyda kiriba”.
“Ev çend roj bûn em dihatin ku te bibînin, lê mixabin me kes li vir peyda ne dikir, dawiyê em neçar bûn ku vî koxî xerab bikin, heta em dest bi karê xwe bikin”,ew zelam dîsan bi zimanekî pir aram vêra peyvî.
Pir enirî, stûyê xwe xûz kir, hemî ew gengeşe û axiftinên li rojên burîn bihîstîn di guhan de dihatin tilîlandin û dengvedidan. Di naxê xwe de pir hêrs bibû, kerbên wî gelek vebûn, bi dengekî bilind bi xwe ra axivî,”êdî dereng e, li dûv neçe, ji xwe ra li xaniyekî din bigere”.
Demê wî zelamî weha guh li gotinên wî bû, ji bêyî ku vêra biaxive hema ji ser ta pa lê nihêrî, û bi bêhnfirehî qelûna xwe dikişand û dida ber pêlan.
Ew koma zelaman û palan jî wekî şîna gamêşan li hawir bibûn kotan û lê dinihêrîn.
Di wî demî de ji nişkê ve, dr.Salim jî gehişte wir, bi rex Têloyî ve rawesta û li wî zelamî nihêrî,”we mala wî wêran kir ji bêyî, ku hûn agehdar bikin, Şêx…Ji ber çi ?”.
“Ev çend roj bûn em lê digeran, welê me peyda ne dikir. Me weha hizir dikir, ku dibe kes têve nema be, dawiyê me biriyar girt ku vî xaniyê kevin xerab bikîn, da em li şûna wî yekî nûjen ava bikin”,Şêxî lê vegerand, pêlek li qelûna xwe da û carekî din berdewam kir,”pir mixabin, me li vir ne didît, vêca qisûrî ne ji me bû û bila li me bibure”.
Piştî hîngê Şêx û dr.Salim ji nava koma wan mirovan varê bûn û bi hev ra ketin piyasê. Şêx hêdî lê zivirî û bi dengekî nerm vêra axivî,”bila qet xeman ne xwe, ezê qereboya tiştên wî bidim”.
“Eger tû bikanî, li cem xwe bide karkirin”.
“Ê, başe, bila here dartaşxanê, kargeha Bab al.Top, li wir li cem Faruqî kar bike. Ezê paşî wan pê agehdar bikim…navê wî çî ye? Eger tû bizanî”.
“Têlo ye, lê paşnavê wî nizanim”.
“Hema Têlo jî, li bîra me bimîne baş e”.
Dawiyê li otombîlên xwe sûyar bûn û ber bi kargehê ve hajotin. Ew kargeh ne mezin bû, tenha şeş, heft karger lê dixebitîn û li qatê jêrzemînî bû. Li qatê erdê tenha nivêsîngehekî biçûk lê bû, li dorên wê nivêsîngehê jî komên depên daran wekî coxînekê li ser hev bûn û pir bi toz û gerd bû. Hercarekê du, sê karger bi dereceyan ve bi ser diketin jor û hinek ji wan depan dibirin jêr ji bû vetelîşandinê.
Qatê jêrzemîn jî, ji tozê û gerdê pir bû. Ji ber ardê daran, yê ji ber devê mişar û birrekan derdiket kotek tişt dihatin xûya kirin. Di wir ve wekî mijê bû, ronahî û zeratiya çiraxan jî di nav ra lawaz dibû. Hinek caran jî demê kehreb qut dibû tenha wekî axûrekî reş û tarî dihat dîtin.
Têlo li ber dergehî ji piyan ve rawesta bû, seqa pir sar bû, qapûtê xwe yê reş î tozikî î şor di xwe werpêça bû, herdu dest kiribûn di bêrûkên pentelonê xwe yê reş î diriyayî de, çavên wî mîna yên gumgumokan di çerixîn, li dorên xwe mêze dikir, jorda di dereceyan de li jêr, li hinek maşînên darkelaştinê û kargeran temaşe dikir, demê pencer, milben û dergeh saz dikirin û zempare dikirin.
Dr. Salim û Şêx çûn di wê nivêsîngehê ve, û bi xortezelamekê ra vepeyvîn û rûniştin. Her di wê gavê de, çayçiyekî genc î rengesmer î porxelek ji çayxaneyekê ji wan bi jor ket û sê peyalên çayê danan ber û derket. Çayên xwe têkvedan, vedixwarin û bi hev ra dipeyvîn.
Têloyî hinek caran di cama pencerê ra lê mêze dikir, demê wesa bi aşnayî bi hev ra dipeyvîn. Hilmekî spî ji çayên wan yên germ radibû. Demê çavên wî bi wan peyalên çayê diketin, bêhn û çêjeya wê ji rengê wê yê argûnî digehişt dev û difinan û gilîzekî tîr bi ber devî diket.
Di wê kêlîkê de, ji nişkê ve ew xortemêrê genc, reştoz, bejinbilind î difintîj î laxer, ku temenê wî nêzîk bîstûçar, bîstûpênc salan açax dikir ji nivêsîngehê derket û li hember rawesta,”navê min Faruq e, ez li vir serperestiya kargehê dikim, were biçin jor… Şêx dixwaze bi te ra biaxive”.
Faruqî dergeh vekir, herdu bi jor ketin û li hember rûniştin aliyê dî. Pîştî demekî kurt, dîsan ew çayçiyê genc î rengesmer bi çar peyalên çayê yên germ ve bi jor ket û her yekê çayek ji wan dana ber sîngî û derket. Ew çay bû, ya ji berî hîngê Têloyî arezu dikir ku vexwe. Dest havête kevçikî, mîna mirovekî gêl, mest î bêhoş bû çingeçinga wî û çay a xwe têkveda.
Şêxî enîşka destê çepê dana bû ser maseyê, qelûna wî ya geş di nav tiliyan ra bû, dida ber pêlan, awirên wî ji aliyekê ve li destê Têloyî bûn û li şêwazê çaytêkvedana wî dinihêrî.
Têloyî jî carekê serê xwe şor kir û li peyala xwe ya çayê mêze kir. Peyala wî nîve bibû, nîva din rêhtibû di binkaskê de û tijî bibû. Rûyê wî wekî rengê wê çayê argûnî bû û ji nû kevçik dana di bintasê de. Welê ew bintas ji çayê pir bibû, û hinek dilop jê rêhtibûn ser maseyê jî û dorên xwe şil kiribû. Demê peyala xwe dihelîna, ew bintas nîve dibû û demê car di dana têde pir dibû. Nizanî wê çayê li kû ji bintasa xwe vale bike, dawiyê dibin bruhan de li wan zelaman nihêrî û hêdî da ser devê xwe û bû firêna lêvên wî.
Şêxî dîsan lê nihêrî, hêdî û bi dengekî nerm jê pirsî,”tû dixwazî li cem me kar bikî?”.
“Belê”,serê xwe rakir, pir bi kurtî got, û car din ew bintas hêdî danî ser maseyê û peyala xwe danî têde.
“Te ji berî niha karê dartaşiyê kiriye?”.
“Nexêr, lê hûn çi ferman bikin ezê pêk bînim”,bi gotina xwe ra serê xwe nizim kire ve, pir bi tasoxî gulpekî dî li çay a xwe da û bû mirçêna devî.
Şêxî li dr.Salimî nihêrî,”aha !çi mirovekî sernerm e”, û dîsan lê zivirî û li rûyê wî yê bi gemar mêze kir,”ê, baş e, î şêv here serşûyê baş xwe li wir bişû û carê here mêhvanxaneyekê heta em cihekê ji te ra peyda bikin”.

Şîrove (0)