belavokên partiyan

Ciwan Haco Konferansa Dersimê vedike

  Konferansa navnetewî ya Dersim-1938 an ku ji aliyê organîzasyona mafê mirovan ya li dijî jenosîd kirina gelên Kurdistanê Kurdocide Watch-CHAK ê ve tê organîzekirin û di 24 çileya paşîn 2010 de li Stockholmê pêk tê, programa xwe diyar bû. Li ser pirsê beyana Kurdocide Watch News ê wisa ye:

Cihê kêfxweşiyê ye ku hêja Ciwan Haco bi dengê xwe yê xweş beşdarî konferansê dibe. Hunermendê mezin yê Kurd Ciwan Haco di muzîka Kurdî de ekolek bi sere xwe ye û konferans bi stirana “Dersim welatê ma yo” dest pê dike:
Dêrsim welatê ma yo
Palo welatê ma yo
Welatê s(sh)ervana yo
Welatê wes(sh) û rindo
 
Welatê ma kurmanci yo
Serê koyê dizgenî yo
Seyid Rizo seyidê ma yo
Reberê welatê ma yo…
 
Paşê du pisporên dîrokê Prof. David Gaunt û Håkan Blumqvist dê li ser jenosîda Dersimê axaftinên bi wate pêşkêş bikin. Niwênerên partiyên polîtîk li Swêdê beşdar dibin û dê li ser pirsê dîtinên xwe bihênin zimên. Hejmarek dezgehên mafê mirovan û demokratîk beşdar dibin. Dezgehên demokratîk yên kurdan bi giştî hatine vexwendin. Bi ihtîmalek mezin ji niwêneriya BDP ê jî mêvan tên. Meclîsa Aşitiyê li Ewropayê beşdar dibe. Niwênerên Aşûriyan beşdarî konferansê dibin. Her wisa niwênerên gel û baweriyên cewaz li Kurdistanê hatine dawetkirin.
Şanoger û senarîstê Kurd Kemal Gorgu şanoya Dersimê pêşkêşî temaşavenan dike. Her wisa şahidên buyerê dîtinên xwe dihênin zimên û fîlmek li ser pirsê tê pêşkêşkirin. Nivîskar û lêkolînêra Kurd Evîn Sêvê Çîçek ji Swîsreyê tê û bi fransî dîtinên xwe dihêne zimên.

EuroKurd News – eurokurd.net

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…