Hijmara nû ya 21-an ji kovara Hawara Nû derket


 Kanî Royar / Hewlêr 13-10-2006

Jimara 21-ê ya miha çirya pêşîn ji kovara Hawara Nû, ya ku Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî wê mihane li Hewlêra paytext derdixe, kete ber destê xwendevanan de .Kovara ku bi herdû zimanên erebî û kurdî (soranî û kurmancî) derdikeve gelek babet û mijarên cur bi cur divê jimarê de pêşkêşî xwendevanên xwe dike.
Di beşê erebî yê kovarê de,ji bilî sergotarê ev mijarên hanê hene : dozên germ , dawiya despotîzmê nêzîk dibe ji aliyê Selah Bedredîn ve , Vedan Adem nivîsa xwe ya bi navê dîtinek derbarê tevgera kurdî li başûr rojavayê Kurdistanê û asoyên çareserkirina qeyrana heyî diweşîne tev li gotara ramangîrê erebê sûrî dr Burhan Xeliyon derbarê tayfegerî di civak û dewletê de .

Beşê soranî yê vê jimara dawî van babetan dihewîne: pêdaçûnek li ser zimanê programêt xwendinê li herêma kurdistanê ya Reşîd Findî, Ebdilxaliq Sersam li dora pirsgirêka alê gotarekê dinivîse û herweha semînara Berevan Hemdî ya li ser “kurd di navbera ala neteweyî û niştimanî de”hembêz dike.
Di beşê kurmancî de, pir babet û mijar cihê xwe digirin,weke:komunîstên kurdistanê divên siyaseta kurdistanî bênin bo welêt ji nivîsîna M.Emîn Aslan , libên berûyê –çîroka nivîskar Mîrhac Mistefa , ala min –helbesta Aras Dîbo , bêser û şûnkirina 8000 Barzaniyan serboreka tracîdî di wîjdana teraziyê de ya Ebdilezîz Muhsin yek ji kesûkarên qurbaniyên Enfalan,tev li quncikên herdem:pirtûkxana kawa û wergera pirtûka (kurd di navbera terora dewleta neteweyî û islama siyasî de ) ji layê nivîskarê kurd Besam Mistefa de .

Tê zanîn ku Hawara Nû li seranserê kurdistanê her meh tê belavkirin û xwendin.

     

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…