Luqman SilêmanLuqman_sileman@live.se
Wele min motorê îmzêt li wir sekinand ez çend gavekî çûm midî wa Xezalek lê çi Xezal Xwedê wekalê min û webê têra xelkê Enteriyê teva hebû ma êdî ne xezalbû ez bawer nakim ku xezal wek wê mezin hebin yan çêbibin li pubî erdê Xwedê. Wele min keysa xwe li ber anî mane kû Xwedê xerabikê xiradikê midî carkî dengek hat dibêjê amo ha amo ez di bextê te û Xwedê deme. Wele min da xwe ez rabûm xezala minjî bazda. Ez ber bi wî dengî ve çûm midî va keçikeke ma çi keçike Xwedê wê bistirînê ji xezalê û bavê xezalê xweşktirbû.
Migo te xêre birazî tu li vandera çidkê vê berf û baranê…!?
Keçikê got: amo ez di bextê te û Xwedê de me.
Migo xêre ka ji amê xwe re bêje!?
Keçikê got: wê me bi kujin.!
Migo diya amo wê kî we bi kujê û hûn kîne birazî..!?
Keçikê got: amo bavê min wê me bi kujê..?
Migo ji bo çi ji ser çi!?
Keçikê got: amo çîroka me dirêje ne ya îroye min û dezgirtiyê xwe hevdû revandiye bavê min û herdû birê min peymeketine û dezgirtiyê min wa li ber wê lata ha birîndare û hersê li me digerin ez di bextê tede tê me xilaskê bi Xwedê ne tu me xilaskê em çûn….!!!
Ya rebî ya îlahî ezê çibkim min ji mal bazdaye ji ber vatişta. hûn ban di şûna minde weyê çikirba. Leyse ezê ji were bêjim tiştê ku min kir wele migo wer birazî li pişt amê xwe siwarbe. Xwedê heye keçik li pişt min siwarbû û me berê xwe da dezgirtiyê wê em gihan me dezgirtiyê wê siwarkir û midî qêrînî bi keçikê ket dûr ji vada migo qey dezgirtiyê wê mir migo xêre birazî.
Keçikê got: amo va hatin?
Migo kî hatin!
Keçikê got: bavê min û herdû birayê min. Wele min li pişt xwe meyzan lê ez çi bi bînim va pîkavek ji vayê şîforlê hîn di şehma xwe deye hingî ew çend rojbû pîkavê şîforlê nû hatibûn Sûrî. Midî va birakê wê di paşiya pîkavêdeye û rişaşeka bêkêsê evê şesed berikî di xwin wê li ser serê pîkavê daniye û birayê dî di pêşde li cem bavê xwe rûniştiye û rosîk di destê wîdejiye hîn gule pê nehatiye avêtin û xezeb ji çavê wa dibarê.. Xwedê wekala gotina neweyî ji devê min dernakevê. Mane Xwedê heye hûn dizanin ez çiqas ji derewa adizim.. keçik dibêjê amo ez di bextê tede amo me xilaske wê me bi kujin……
Migote keçikê xwe bigrin birazî wele keçikê dezgirtiyê xwe xiste neqeba min û xwe de û min lingê xwe li menewêl da û îmzêtê min vêket min benzîn dayê. Ê dema ku min benzîn dayê ji xwe hûn dizanin motorê minê îmzêt çaweye ne hewceye ku ez ji were bêjim wek gula ku ji devê tivingê derkevê ez wilo çûm. Xwedê wajî texsîr ne dikir gule wek tavê barana buharê dihatin me lê ma ji ku toza îmzêt dihilînin ez bavê Hisênim yê ku min nas nekê ez bawerim wî diniya nedîtiye…
Ma ezê çi serê we gêj bikim vîze vîza gula di vî rexê minre û di rexê minê dîre diçin û keçik dibêjê amo ji bo Xwedê me xilaske lê wê me bi kujin ez bavê xwe nas dikim… Migo birazî ma dem tu li pişt apê xweyî netirse ez apê teme bavê Hisênim bes hema ez bigihim ser ziftê hema lingê min ji zivtê bigrê.. çimkî zift ji ber min winda bibû. Ez nema dizanim ez di kure diçim ji leza û demjî buhare ew hêr û newal ji gul û kulîlka xemilîne û ezjî xortim li ser xwe me… Xwedê wekala wek va eflamê holyod wilo em li pey hevin. Çiyajî ji zivtê biqasî pêncî kîlotira dûre wele Carkî mindî ez ketim ser ziftê min gote: keçikê birazî bavê te û herdû birayê te ji bavê xwe de bê minetin. Û min agir da motorê îmzêt lê yek ya Xwedê bêjê ewjî wek gulê tên carna hema ewe bêvila pîkava wa li motorê min nakevê Xwedê em stirandin. Tiştê ji min tê ez xwe didim vî rexê rê û didim rexê diyê rê da ku pêlmenekin.
Hûn dizanin di salên heştê û heştan de timbêl wek niha nebûn ezê çi serê we gêj nekim. Ez dimeşim lê dilê min di destê mindeye carkî midî va basa Heval kete pêşiya min wê demê nû basê wa hatibûn. Lê ma ji ku basa Heval xwe li ber min digrê ka ji min re bêjin wê çawe basa Heval toza min hilînê. Bas kevinbûye teq reqa wêye û hûn motorê minî îmzêt ji min bihtir nasdikin. Nehrê wele min li pêşiya basê da bas ma bi şûn minde. Dema ku basê dî pîkava şîforlê li ser pişta min e û gula davêjê min. Xwedê heye basê rê neda wa ma ez bextê xwe xirabikim lê ez çawe têm wek gula ji devê tivingê derkevê. Ez qederekî hatim midî va basa Diclê wele ez ji wêjî bûrîm mane hûn dizanin dema ku motorê minî îmzêt barê wî giranbê çawe dikê mane min ji were got: Wê salê ez ji Bêrûdê derketim ez qederekî çûm dilê min çû çixarekî…
Ta xeleka werê

Şîrove (0)