Osman Oçelik Endamê perlement Wesa dibînê

Luqman silêman

Mamosta Osman Oçelik bavê du zarokaye keçikek û lawikek.
Ji sala heftê û çaran ve derçûyê kulica dermansaziyê ye.
Eendamê partiya dedepê ye û endamê parlemento ye ew yek ji perlementê ku ji Sêrtê derketiye.

Min ew li bajarê Sêrtê dît û min jê xwest ku rewşa hilbijartine Kurdistanê û Turkiye, jimere şîrovebikê..
-Berêz Osman hûn wek endamê perlemento (millet wekîlî) çawe hilbijartinê şaredarî yên vê salê dibînin û hûn wek partiya dedepê çiqasî jêre amadene û hûn dikarin çibkin di van hilbijartina de?..

-Mamosat Osman: ezê jitere bêjim, ji cara pêşî ku em daketin hilbijartina ta vê gavê û em di çi qûnaxare derbasbûne û me çi zehmetî dîtine?.
Sala 1995 an em binavê Hedepê wek partîkî kurdî ser bixwe daketin hilbijartina. Me melyon û dused hezar deng wergirtin. Gerek bîst hevalê biçûne perlemento. Lê ligor benda sedî dih ya destûra Turkiyê kes ji me neçû, çimkî me ew bend derbas nekir, gerek me li seran serî Turkiyê sedî dih baniya, ê me ev nanî. Ji ber vê bendê kes ji me neçû perlemento, û dengê me şewitîn, yanî gerek me li seran serî Turkiyê serê sedî dih baniya ji tevahiya denga, ta ku em biçûna perlemento û me ji seda çar anîn, ji lewma kesê me neçû perlemento.
Di 1999 an de cardî em tevlî hilbijartina bûn û me diwan hilbijartina de melyon û çarsed û heştê deng wergirtin. Li gor va denga gerek sî û çar millet wekîliyê me biçûna perlemento. Lê ligor benda sedî dih me sedî şeş anîn  ji ber wê bendê cardî kesê me neçûn. Evjî çimkî li piraniya bajarê Turka kurd nînin, ji lewma me nekarî em seranserî Turkiyê sedî diha bînin.
Ev yê perlemento lê hilbijartinê şaredarî yên bihûrîde me sî û heft şaredar derxistin ev cara yekimîn bû ku em şaredariya bidest xwe xstin.
Di hilbijartinê sala du hezaran de me du melyon deng wergirtin li gor dengê me gerek pêncî kesê me biçûna perlemento lê cardî me ew bend derbas nekir û ew dengê me şewitîn.
Di hilbijartinê sala dihezar û heftan de me xwest ku em vê benda dih ji sedî rakin, lê bi destê me derneket. Ewropiya jî ji Turkare gotin: ev ne edalete gerek hûn vê benda dih ji sedî rakin, lê mixabin Turkiya deng nebir xwe. Me berê xwe da dadgiha mafê mirova ya Ewropa li wirjî tiştek bi destê meve nehat, jiber vê yekê me jixwere got: divê em serbixwe dakevin ta ku em herin perlemento, û em serbixwe daketin hilbijartina.
Çimkî yê ku serbixwe dakevê hilbijartina, ew benda dih ji seda jêre nîne ji lewma me xwest ku em serbixwe dakevin. Û bajarê ku sê endam jêre divabûn me yek daxist. Mînak ji bajarê Sêrtê re sê endam jibo perlemento gerekbûn me yek daxist, ew ezbûm li Amedê dih endam gerekbûn (millet wekîlî) me çar danîn û li Mêrdînê şeş gerekbûn me dido danîn û bivîrengî. Lê li Istenbolê  me bi Partiya Çepê Turka re hevbendî girêda û me yek ji wajî bixwere derxist çimkî ewjî ser bixwe daketibûn û bi vî rengî me xwest em bighin perlemento û me bîst û yek şandin perlemento.
Di hilbijartinê şaredariya de yê sala dihezar û çaran de me pêncî û şeş şaredar bidestxistin.

Pirs: başe mamosta çi kar û barê we ji hilbijartinê şaredarî yê ku di bîst û nihê miha Avdarêde hene hûn çawe lê dinêrin.?

Osman: ev hilbijartin pir giringin ji mer jî û ji hikumetêre jî û em kar û bara xwe dikin û em bi hêvîne ku em diva hilbijartina de sed şaredarî bidest xwe bixin. Tevlî ku hikumeta Ardogan tu alîkariyên abûrî nadê me jibo hilbijartina, lê ew ji xwere dibê. Û Kurdistan û Turkiyê gelek ferene û em pir zehmetiyê dikşînin jibo meselê abûrî, lê tevlî wesajî em jêre amadene û hêviya me ewe ku em sed şaredearî bi destê xwebixin..
Sipas Mamoste Osman ezjî hêviya ser keftinê jiwere dixwazim netinê di hilbijartinê şaredarî de belê di hilbijartinê perlemento de û hêviya min ku ez we bi navê partiya we di perlemento de bibînim  û ser keftin jibo we….
Min di qenalê Turkî de dît partiya Ardogan denga dikrê bi xelata wek berade, û tilfizyon, û xesala, û gelek tiştê dî yê nava male, û bêgoman perajî didê wa tev jibo ku milletê kurd cardî dengê xwe bidine wa.
Dengê mirov namûsa mirove, dengê mirov hebûna mirov,e jilewma ez dibêjim kurdo dengê xwe bide xwe, ma ta kengî tê werê xapandin. Ta kengî tê li pey Turka herê bese dem hat ku hûn dengê xwe bidin xwe, şerme ji were ku hûn dengê xwe didin dijminê xwe, çav û hişê xwe vekin ta kengî ta keng êdî bese êdî bese ta kengî hûnê hestiyê ber derê malê wa bixwin?…  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…