Xedam : ez ê di nêzîk de bernameya xew ragihînim

  Omer §êxmus Serokê Pi§ka Kurdî ya Dengê Amerîkayê bi cîgirê serokê Sûriyeyê yê berê Abdulhelîm Xeddam re hevpeyvînek kiriye.  Em hevpeyivînê pê§kê§î xwendevanên xew dikin.
 
Cîgirê serokê Sûryeyê yê berê rêzdar Abdulhelîm Xeddam, egerên serekî ji bo devjêberdana we ya Sûryeyê çi bûn? Hûn çima ji Sûryeyê derketin?

Abdulhelîm Xeddam: Gelek sebeb hene, yek ji wan, serokê rêjîmê dergehên guherînkarîyê û veavakirinê girtine.  Sûriye pêdivî bi guherînkarîyên bingehîn heye, guherînkarîya sîyasî, aborî û birêvebirinê ya ji hemî alîyan ve. Girtina dergehên guherînkarîyê zîyaneke mezin gihandîye jîyana xelkî û §îyana Sûryeyê vebir kirye, beramberî guherînên deverê û cîhanê. 
Sebebekî din, biryarên yekalî ne, wek ku biryara zêdekirina demê serokatîya serokê Libnanê Emil Lahud ku bûye eger ji bo biryara jimare 1559 ya Neteweyên Yekgirtî li dijî Sûriyeyê. Ew jî bûye eger ji bo têkçûna têkilîyên navbera gelê Libnanê û Sûrîyeyê.  Û li domahîyê, Sûriye bi ser§ûrî ji Libnanê derket, zîyan gihande serbilindîya Sûrîyeyê û ya Libnanê jî. 
Herwisa hindek hevalbendî û têkelîyên din jî hene ku dibe di berjewendîya Sûryeyê de nebin, weke hevalbendîya digel Îranê, me divêt têkelîyên dostane bin lê ne ku Sûrye bibîte amîrek di destê Îranê de.
 
– Nuha ku we biryar daye hûn di nav opozîsyona Sûriyeyê de kar bikin, bernameya we ji bo guhertinan li Sûriyeyê çîye?

                       
Abdulhelîm Xeddam: Min bernameyek heye, dê di demeke nêzîk de ragihînim. Bername li ser damezirandina sîstemeke demokratîk e ku azadî û mafên xelkî biparêze û desthilat li dû biryara dengderan bête kirin, qanûnên destûdarê tengavîyan bêne rakirin, hemî girtîyên sîyasî bêne berdan, herwisa hemî girê û asteng di rêka vegerîyana xelkê Sûrîyeyê ji bo welatê xwe bêne rakirin.
 
– Hinek §areza li Amerîka û li Ewropayê dibêjin ku “tu bedîlên rastî ji bo rêjîma Sûryeyê tune ne, ji ber ku hêzên opozîsyonê zeîf û perçe perçe ne.”  Hûn li ser vê dîtinê çi dibêjin?

 
Abdulhelîm Xeddam: Gelê Sûrîyeyê gelekî dewlemend e bi §îyana xwe, bi pêçêbûna xwe.  Ev bêrêzkirin e ji bo Sûryeyê demê dibêjin çi cêgir bo vê rêjîmê nîne, tu cêgir bo vê rêjîma zorkar û rizî nîne.  Eve bêrêzkirineke mezin e bo xelkê Sûriyeyê.
 
– Lê hinek §arezayên din dibêjin ku hûn nikarin roleke girîng û biryarder bibînin di guheretinên Sûryeyê de, ji ber ku hûn bi dehan salan di nav rêjîma Esed de bûn. Hinekên din jî we digel Huseyîn Kamil ê Îraqê didin berhev.  Hûn li ser vê çi dibêjin?

                       
Abdulhelîm Xeddam: Xudanên vê hizrê ti§tekî nizanin, hizra wan milîmetrekê dûrî wan naçît.  Rast e ez jî di wê rêjîmê de bûm lê dîtin û nêrînên min cuda bûn. Û ti§tekî din, ez ne yê nû me di kar û barên sîyasî de li Sûryeyê, projeyeka min heye û ez hêvîdar im kesên din jî ku van renge gotina belav dikin, bila bernameyeka wan jî hebe û digel hemî alîyên din rêkbikevin bo guherînkarîyê li Sûriyeyê.
 
– Hinek ji rêberên rêxistina “Ixwan El Muslimîn” yên Sûriyeyê ku li Brîtanyayê dijîn herwiha rêberên opozîsyona lîberal û demokrat li hûndir û derveyê Sûryeyê ragihandine ku amade ne hevkarîyê digel we bikin ji bo guhertinê û nehi§tina rêjîma nuha ya Sûryeyê.  Ba§ e, hûn bi xwe amade ne hevkarîyê li gel wan bikin ji bo vê armancê û tu merc û §ertên we hene ji bo vê hevkarîyê?

 
Abdulhelîm Xeddam: Ez amade me hevkarîyê digel herkesekî û her alîyekî bikim ku hevbîr be digel min ber bi guherîna rêjîmê û avakirina sîstemeke demokrasî ku gel bi xwe xudanê desthelatê û biryarê bît.  Ez naxwazim ku careke din ew rêjîm dubare bibe.   Ez xebatê dikim ji bo sîstemeke nû ku Sûriye rêz û rûmeta xwe ya cîhanî û deverê vegerîne û Sûrye ji nuh ve rola xwe ya herêmî û cîhanî bibîne.
 
– Hûn karin bawerî bi rêxistina  “Ixwan’El Muslimîn” bikin ku wê rêz li demokrasîyê bigre, pa§ guhertina rêjîma Sûryeyê û wê hewl nede ku rêjîmekî îslamî li Sûriyeyê deyne?  Dîtina we li ser vê çîye?

Abdulhelîm Xeddam: Ew nabêjin ku me divê desthilatê li Sûrye werbigrin lê  dibêjin em guhrînkarîyê dixwazin.  Ew dibêjin ew dixwazin bi hevkarî û pi§ikdarîya alîyê dî guherînkarîyê bikin û ew sîstemeke demokrasî dixwazin. Pi§tî pêywendîyên min digel wan û xwendina belavnamên wan, min bawerî heye ku dê hevkarêt ri§t û micid bin bo avakirina Sûriyeya nû.
           
– Hinek §arezayên Amerîkî dibêjin ku serokê Sûriyeyê Be§ar Esed di rawestana xwe de ya li hember Amerîkayê biserketîye, ji ber ku karîbû li ser kar bimîne û karîbû gel û cemawerên Sûryeyê û Libnanê li dora rêjîma xwe bicivîne.  Hûn vê dîtinê çawa dinirxînin?

Abdulhelîm Xeddam: Nexêr, ya yekê Be§ar El Esed §ikestîye, gelê Sûrîyeyê li gel wî nîne, heke tu binêrîyê bi sedan alozkar ji alîyê parastinê û muxaberatan ve hatibûn hinartin bo §ewitandina balyozxaneya Danîmarkî.  Eve Sûrîye nîne û ew nunerîya gelê Sûrîyeyê jî nakin.  Gelê sûrî gelek ê§ û jan li jêr rêjîma Be§ar El Esed dîtîne, ev gelê ku jîyaneka wî ya nexo§ heye, di heman wext de dibîne binemala Be§ar El Esed welatî talan dike, vêca çawa dê pi§tevanîya Be§ar El Esed bikin an jî jê razî bin ku agahî û muxaberatên Be§ar El Esed desthelatê lê dikin.  Û sebaret Libnanê, ku dibêjin gelê libnanî pi§tevanîya Be§ar El Esed dike, eve dereweke mezin e ku libnanî bi xwe jî dizanin eve derew e.
 
– We di hinek hevpeyvîn û ragehandinên xwe de belav kir ku serokê Sûryeyê Esed û berpirsyarên din yên Sûryeyê bi rengekî  raste rast destê wan di ku§tina serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq El Harrîrî de hebû.  Aya hûn hîn li ser wê dîtinê ne û aya tu belgên din li ba we hene li ser vê?

 
Abdulhelîm Xeddam: Belê ez hê§ta her li ser wê baweriyê me û min îfada xwe daye komîteya vekolînê ya navnetewî. Her ti§tê li nik min hebû min daye komîteya vekolînê û ez ne§im bêjim ka min çi gotîye komîteyê, çinkû vekolîn ya nepenî ye vêca ez ne§im bêjim ka min çi gotîye komîteya vekolînê.
– Sipas rêzdar Abdul Halîm Xeddam, cêgirê serokê berê yê Sûriyeyê, zor sipas ji bo vê hevpeyvînê.
Amadekar:Omer ªêxmûs
Çavkanî :Dengê Amerîkayê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…