Çawa hejmara pêşî ji kovara (Hawarê) ronahî de (1 – 2)

  Siyamend Brahîm

Di roja 15 gulanê ronahiyeke mezin li asîmanê Şamê derket, ew jî afrandineke û berhemeke nuh ji berhemên Bedir Xaniyan derket meydanan dahênana kurdî, Mamostê nemir Celadet cardin kete cîhana wêjeya kurdî bang û qîrîna xwe ya pêşî li Taxa kurdn belavkir, dengê çankoça hişyariyê li her derê hat, danezana rewşenbîrî û zanyariyê derket hola Şama şîrîn, li seranserî kurdistanê denga kovara (Hawarê) da, ev cara duyemîn ku kovareke berz û bilind piştî Zarê kurdî ya nemir Hesên Huznî Mukuryanî ku ew jî li Bajarê Helebê derxist
Celadet mirovê pisporê zimanê kurdî çi di warê rêziman, ziman, xwedan rewşenbîriyeke bilind, ew mirovê ku dûrî welatê xwe di rewşeke xerab de dijî, çiqasî Bedirxaniyan ev perîşanî û renca ya ku dîtin û timî dev ji karên xwe yê netewe bernedan, herî zanîn, û belavkirina agahdarî, raman, û rewşenbîrîyê ew armanca wan ya herî ji dilê wan nêzîk tir bû, ewî li nav bax û bustanên kurdî gulekê geş çand û ev gula ha bihna wê bû dermanê nexweşiya bê derman, kovara (Hawarê) ew hemû pêşengên pêşî dahev, ew derxistine meydana dahênaê û paşe navên wan gelekî bilind û li seranserî Kurdistan bûn stêrkin çirasindî wekî Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Kamîran Bedir Xan, Cegerxwîn, Nûrdîn Zaza, Qedrî Can,, evîn ên ku  riya xwe ya serbixwe dîtin, û di qiralgeha kurdî de li asoyin bilind berz bûn, û ne tenê jî lê kovara Hawarê navin kurdistanî biulind bi alî xwe de kişandin, Goran, Refîq Hilmî, Faiq Bêkes, E Xaliq Asîrî,  kete nav rojnameya kurdistanî, belê ew kovara Hawarê ye, di hejmara pêşîn de mamoste Celadet dibêje:
 “Hawar dengê zanênê ye, zanîn xwe nasîne, xwenasîn ji me re riya azadî û felatî û xweşiyê vedike”, belê ew kesîtiya mirov di warê hişyarkirina mirovê kurdî û rolla zanîn nas bike, nameya Hawarê di warê ziman, ku alfabeya kurdî belav bike, nêzîkbûna navbera zarên kurdî, danheva stran, çîrok, û kelepûrên kurd, xebata ser erdenegarî û dîroka kurdan, li vir li hejmara yekê hest, û henasiya Celadet ya balkêş û kurdperwerî tê xuyakirin, nerîna wî di rolla  rojnemevaniya kurdî ya herî li ber dilê wî şîrîn û giranbuha gava dibêje: Hawar zarokeke nûza ye, zarwa me ye, zarwa kurdane” (1)
Lê pirsa girîng û rastiya dîroka gelo kes xweşik dizane ku Kovara Hawarê bi derket, Mixabin  gelek ji zanyarên dîroka nehatine nivîsandin, gelo ev nifşên nuh ji çi li ser kovarên kurdî bizanin, çendî astengî di derxistine wan, belavkirin, standina pirên wan nerîna xelkê ji karê rojnameya kurdî çawaye, û bi çi çavî lê dinêrin, û heya çi redeye rojnmeya me rolla xwe ya rastîn û aktîv lîstiye, evîn pirsin pêwestin em li ber gelê xwe radixînin û em bi dilekî şewat li karê rojnemevaniya dinerin ji ber ku pirraniya gel û rewşenbîrên me nizanim bê çiqasî Celadet Bediraxn,  asteng, êş, û zehmetî dîtiye.
Lê çawa (Hawar) derket kî alîkariya Celadet Bedir Xan dikir, gelo raste ew kovara ha mamoste Celadet bi tena xwe derdixist, dehkera (xefaya) wê çilo be, û ya rast çiye?
Di dema ku Ferensiyan li Sûryê xwehremendî dikirin(hokum dikirin) û di sala 1931 di dema desthiladrê Firansî (Bonso) û di wê hingê de serokê komara Sûryê Muhemed Elî El Abid bû, û malbata Abid kurd bû û malake di warê zanîn û siyasetê de bi nav û deng bûn, îcar di vê salê de  di destûrê de û li gorî qanûna (Bonso) derxistiye, ku li seranserî welêt azadî û serbestî dide rojnemevaniyê, û nemaze benda 17 û ji aliyê rojnemevaniya ve, ew biryara 3339  5 hezîrana sala 1931 ku izin dide hemû kovar û rojnameyên, û ev destûra ha ji wezareta (navxwe) û dema wê salekê tenê didomîne.
Mamoste (Haşim Osman) dibêje ku dema Fermendarê Ferensî (Bonso) ew xweştirîn û zêrîntirîn demê ji rojnemevaniyê ye, ji ber ku Rojnemevanî gulvedaneke hew wekî wê heye. Û kovara di vî wextî de nêzîkî 34 kovara derketin” (2)
Û em jibîr nekin ku mamoste Celadet destûra derxistine vê kovarê di dema fermendarê Firansî (Bonso) girtiye, û di sala 1932 û 14 gulana wê sala hejmara pêşî derket….dûmahiyeke din heye
————————
(1)  Hawar hejmara yekê gotara Celdet Bedir Xan aramanc û awayê xebata rûpele 2 .

(2) Assahafe el Sûryê madîha û hadirîha – 1877 1970 – Şam – rûpel 87 – 88

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…