Bavê Zozanê
Min nivîsên gelek kesan di derbarê mihrecana helbesta kurdî ya 2026an de, ya ku li Essen ê tê lidarxistin, xwendin.
Bi kurtî dixwazim bêjim ku gelek ji wan bi rengekî ji rengan nêçîrê di ava girik de dikin, bi zanebûn an bêhemdî. Yan jî wek hatiye gotin: Ji bo mebestekê di dilê Yaqûb de.
Ez pistepistekê di guhê wan kesan de dikim: Malavano ji vê çiravê derkevin. Mane ta pitrapêr we avjenî di derya apoçiyan de dikir û ji guzekê heta zengelorkê hûn tê de noq bûbûn.
Ev bû deh sal hûn tên û diçin pêvî gotûbêjên pûçîvala ser karûbarê mihrecanê nakin. Tiştek nema we negot. A dawî û beloq û berz… Çi ye ne çi ye ku me negotiye dilovaniya Xwedê li giyanê nemir Cegerxwîn be. Kuro, hey xwelîser, ma hûn di guhê Gê de ne? Mane mû bi zimanê me ve hat û hûn liber nakevin, kî gotiye Cegerxwîn miriye! Mane wa kîme ez dibêje ,qê guhê te kere,ji xwe her sal em çirkeyek bêdeng li ser canê nemiran disekinin û sed carî jî dibêjin: Xweda seydayê gewr e bi dilovaniya xwe şad bike, tevlî kû hîn di nêv me de zindî jiyan dike.
Piştre, biha û qîmetê Cegerxwîn ne di cihê wêneyê wî yê li ser posterê de ye. Ew bi xwe mîna Napoleon e. Li ku derê rûniştibe ew der pêşengî ye.
Vexwendina fermî divê birêkûpêk be, hêmin be, ne dervî nasînê be û ne jî ji rê ketî be. Divê postera mihrecanê layiqî civîn û semînerê be, layiqî bejn û bala Cegerxwîn be. Ne ji exlaqê Cegerxwîn bû ku kesî di bin lingên xwe de bibîne.
Ji xwe armanca me ji vê mihrecanê ne pêşbirk e û ne jî em kesî xelat bikin,
Belê ew e ku em her sal helbestvanê xwe yê mezin Cegerxwîn bi bîr bînin. Ku ew timî sax e û di wijdanê gelê xwe de dijî. Ji ber vê yekê jî mihrecana wî her sal tê lidarxistin. Wêneyên kesên din eger carekê pêre di posterê de hatin, ew tenê ji bo wê salê ye, tekane ye.
Hevalno, em dizanin çawa rêzê li sembolên xwe bigirin,mîna hinan em şûrê xwe nadênin ser milê xwe,serê helbestvanên xwe nabirin, em ked û westandina wan bo ziman û helbestê jibîr nakin.. Dev ji me berdin, herin li cihekî din melevaniya xwe bikin.

Şîrove (0)