Gotar

Xwendineke li ser pirtûka Dêrik.. rêvingiya bêrîkirina rewanî. ( ديريك معراج حنين الروح).

M. Emîn Sadûn – Dêrik.

Di van rojanên dawîyê de, Pirtûkeke nû ya wêjevan, nivîskar, rojnamevan û şêwekarê naskirî yê Dêrikê, mamoste Sebrî Yûsif, ya bi serenavê Dêrik.. Rêvingiya Bêrîkirina Rewanî derket. (ديريك معراج حنين الروح).
Ev pirtûk ne tenê pirtûkeke ku çend mijarên cuda di nava rûpelên xwe de werdigire , lê belê nameyeke evîndarî, wefadarî û xewna vegera li binyada ra û hestên zarokatiya xwe di nava wan rûpelên ker û lal de hildigire û wan rûpelan sax û zindî dike.
Nivîskar di vê berhema xwe de, bi rêya bîranîn, peyv û ramanên xwe, me dikişîne nav cîhana bîranînên Dêrikê û deryê bîrdanka wê li piştê vedike, wan rûpelan yek bi yek diqulipîne, di rê û rêbarên berê re derbasî nava bajêr dibe, ew bajarê ku ew fêrî alfabeya jiyanê, rahiştina pênûsa şêwekarî û wêjeyê kirîye.
Di vê xwendin û raxistinê de, em dixwazin ronahiyê bêxin ser naverok, wate û peyama kûr a vê berhema hêja û berketî.
Eger em ji serenava pirtûkê dest pê bikin û wê nas bikin, dibe ku ji mirov re bibe pepika pêşîn ku bi rêya wê mirov derbasî naverokê bibe û ji wê pepikê jî deryê derbasbûnê xweştir û hêsantir bibe.
Dêrik.. rêvingiya bêrîkirina rewanî. Serenava pirtûkê, wateya geşteke hilkişîn, hilketin û bilindbûnê ya mêl û bêrîkirina rewanî ji Dêrikê re dide xuya kirin. Nivîskar hestên xwe yên xurt û bêrîkirim û hesreta rewanê xwe yê ji bo Dêrikê dinale, bîrdanka xwe tev dide; rezên tirî û rêyên wê, kuç û kolanên wê yên berê, mizgevt û dêrên kevin tîne bîra xwe û wan di ber çavan re derbas dike. Ew cihên ku ti carî ji xeyal û xewnên wî dernakevin, di vê pirtûkê de zindî dibin.
Nivîskar weke wefadariya ji Bajarê Dêrikê re, dixwaze bi rêya vê pirtûkê re, qelenê qencîya vî bajarê buhagiran diyar bike û hinekî wê qencîyê lê vegerîne.
Ew Dêrikê dibîne wekî buhişta zarokatîyê ku çavên xwe tê de vekirye û ji kanîyên wê yên zelal ava jiyanê vexwarîye ta ku gihiştîye van astên bilind ên zanîn, wêje, huner, çand û zanistê.
Di pirtûkê de, ketîye peyî şûn û şopa kartêkeran, pêvajo û arşîfa Kesayetên Dêrikê yên bibandor û çalak di civak û komelgeha Dêrikê de, wekî beşekî pir girîng û dewlemend ê pirtûkê hatiye veqetandin, ji bo jiyan, ked û berhemên rewşenbîr, nivîskar, şêwekar, hunermen, sitiranbêj, wêjevan û kesayetîyên civakî yên Dêrikê, cihên xwe di nava rûpelên pirtûkê de girtine û berhemên wan jî hatine naskirin û li ser seknandin.
Wek tê xuyakirin ev Pirtûk sînorên kesane derbas dike û dibe ensîklopedyayeke biçûk ku nav, ked û karên hejmareke mezin ji bîrmend, nivîskar, hunermend û helbestvanên bajêr di nava xwe de himbêz dike û diparêze. Ew kesên ku bi berhem û afirandinên xwe reng û dewlemendiya pirçand û pirrengîya Dêrikê nîşan dane.

Dema mirov vê pirtûkê dixwîne, hest bi bêhna axê û germahiya têkilî û hevdîtinên kevin dike.
Ew têkilî û peywendîyên civakî yên qayîm û hevgirtî, bawerîya bihev, lêborîna olî, jiyana hevbeş û civaka nerim û hêsan.
Nivîskar bi hunera xwe ya şêwekariyê û bi zimanê xwe yê rojnamevaniyê yê piralî, tabloyeke zindî ji Dêrikê re xêz kiriye.
Ev pirtûk nîşan dide ku mirov çiqasî ji welatê xwe dûr bikeve û li bîyanîyê bigihîje lûtkeyên serkeftinê, rewanê wî her tim li cihê ku lê çavên xwe vekiriye asê dimîne û her gavî mêla wê dike. Pirtûk sersaxiyek e ji bo rewanê nivîskar û banga vegerê ye ji bo her kesê ku perçeyek ji dilê xwe li Dêrikê hiştiye. Dewlemendiya kesayetên ku di pirtûkê de hatine behskirin, nîşan dide ku Dêrik ne tenê bajarekî erdnîgarî ye, lê belê dibistaneke mezin a mirovahî û afirandêriyê ye ku tê de kurd, suryanî, ermenî û hemû pêkhateyên din bi hev re mohra xwe li dîrokê xistine û Dêrik bi pirrengîya wan zengîn bûye.
Ev pirtûk wefadarî, evîn û bîranînên zindî ne . Mamoste Sebrî Yûsif bi vê berhemê re, dîroka zindî û çanda dewlemend a Dêrikê radestî nifşên nû dike. Ew nameyeke eşkere ye ku dibêje: Em berhemên vê axê ne, û huner û wêjeya me tenê dîyarîyeke piçûk e ji bo bilindbûn û mezinahiya Dêrikê.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: nivîskar

Yekxistina Pêşmerge 

Ali Jouma Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew…