Çapa duyem a “Ferhenga Sobaro” hat belavkirin

Welatê Me – Taybet

Zimanzan û nivîskarê Kurd Muhemed Ehmed Reşîd ragihand ku çapa duyem a berhema xwe ya ferhengî bi navê “Ferhenga Sobaro” derketiye ronahiyê. Ev ferheng, ku bi şêwazek taybet li gorî rêzbendî (serwayî/qafiyê) hatiye amadekirin, ji bo zimanzan, lêkolîner, helbestvan û hemû kesên ku bi zimanê Kurdî re mijûl in, çavkaniyek girîng e.

Li gorî daxuyaniya danerê Ferhengê, amadekirina vê berhemê zêdetirî 16 salan xebat û lêkolîn xwestiye. Wî di vê demê de hewl da ku gelek peyv, wate û devokên zimanê Kurdî ji çavkaniyên cuda berhev bike û di ferhengekê de bicivîne.

“Ferhenga Sobaro” zêdetirî 36 hezar peyv û wateyan di xwe de digire û ji 387 rêzbendan pêk tê. Ferheng bi taybetî dewlemend e bi peyvên Kurmancî, devoka Botanî, her wiha bi gelek peyvên Soranî û hin peyvên kevnar û dîrokî.

Taybetmendiya sereke ya vê Ferhengê ew e ku peyv ne li gorî alfabeyê, lê li gorî serwayî û herdu tîpên dawî yên peyvan hatine rêzkirin. Ji ber vê yekê ev ferheng ji bo helbestvan û kesên ku di warê edebiyat û zimanê Kurdî de dixebitin, alîkariyek girîng pêşkêş dike.

Daner diyar kir ku çavkaniyên ferhengê tenê ferhengên Kurdî nînin, lê folklora Kurdî jî tê de cih digire; wek stranên gelêrî, çîrokên devkî, dastan, efsane û berhemên helbestvanên navdar ên Kurd.

Muhemed Ehmed Reşîd di pêşgotina berhema xwe de bal kişand ser girîngiya parastina zimanê Kurdî û got ku ziman bingeha nasnameya neteweyî ye. Wî got ku armanca wî ji vê xebatê xizmeta ziman, çand û mîrata Kurdî ye.

Di dawiyê de, daner daxwaz kir ku ev ferheng bigihîje destê hemû kesên ku dixwazin ji wê sûd werbigirin. Wî got ku “Ferhenga Sobaro” xebateke vekirî ye ji bo hemû xwendevan, lêkolîner, mamoste û kesên ku bi zimanê Kurdî re mijûl in.

ji bo daxistina Ferhengê li ser lînka jêr bi tikîne:

Ferhenga Sobaro

 

 

Agahdariya têkilî:

Muhemed Ehmed Reşîd
Tel: +963 935180340

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Rezedan (Rabhan Ramadan)

Pêşgotin

Gava ku Hafiz el-Esed di sala 2000î de çû ser dilovaniya xwe, Sûriyeyiyan bêhnfirehiyek kişandin û bawer kirin ku ew serdem û Heyama zordariyê bûye beşek ji boriyê ku êdî venagere. Lê belê, yê ku li şûna wî hat bêtir hov û bi kerta xirabtir bû, bi alîkariya…

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…