Para Şêr

Di van demên dawî de, pir lê pirsîn û éleqeyeke mezin, ji pirtûkên zarokan/ciwanan re heye. Em wek pirtûkxane, gelek car bi daxwazîyên xwendevanên xwe re nagihîjin. Ji ber vê yekê; nivîskarê me, birêz İskan Tolun dev ji hemî karên xwe berda û dest bi romana xwe ye ku, ji bo zarok û ciwana amade kiribû; lê ji ber hinek karê lêkolînî nivco mabû, kir.

Niha roman qedîya: Para Şêr. Em ê di demeke kin de biweşînin û wê li hemî pirtûkxana û li ser platformên înternetê de cih ê xwe bigre; wek hemî pirtûkên (16 pirtûk) wî. Ji ber ku piçek derengî bûbû, gelek xwedevanên wî bi israr, li vê romanê dipirsîn:

“Ka Para Şêr. Gelo Para Şêr derket? Gelo wê kengê Para Şêr derkeve?”

Bi rastî jî, Para Şêr romaneke bi nirx, pir hêjaye. Xwendevanan ji kena zikopişto dike, wan ji kêfa dixeriqîne. Ev roman; her çi qa ku xeyalî be jî, felsefî, dîrokîye û bi zimanekî şairî, henekî hetîye nivîsandin; wek ku meriv helbesta bi ahengî bixwîne, di herike. Ji xwe nivîskar, di gelek cîyade, bi wî zimanê xweyî şairî, gelek helbestên hê nû, pir hêja, bi kar anîye. Û li gorî bûyeran jî, gelek resm/wêne yên hêja û delal dîyar kirîye. Bi kurtasî ev roman, pir dewlemend de; mîna bûkekê xemilandîye!..

Nivîskarê me birêz İskan Tolun, ku wek şairê modern tê naskirin, berê jî du pirtûkê zaroka/ciwana nivîsî bû: Rovîyê Xasûk-Peyvên Felsefesi û Çîrok û Gavanê (Roman) Kal. Û li ser daxwazîya, me pirtûka wî, wek romana Verdammnis û Deniz’ Utopie, bi zimanê Almanî jî weşand: Der schlauer Fuchs-Philosophische Worte und Geschichten.

Belê, vê neqlê, nivîskarê me, çîroka êzingwanekî éxtîyar û du kurê wî yî piçûçik diyarî xwendevanên xwe yî hêja û delal dike. Ji dîrokê dest pê dike, heta xelayîyê û heta tê, hinga ku kartolên Émerikî populer bûn. Ji xwe ev roman dîrokîye. Tê zanîn ku, berê jî, gelek kultur û bawerîyên cûda di nav hev de jîyan dikirin. Nivîskarê me bi rêzdarî, wek fîlozofekî qala wan dema jî dike.

Ji Apollon bigre, heta ku tê, wî Şah/Qral Usînara yê  fedakar. Û ew Gilgameş’ê bi navûdenge jî, ji bîr nekirîye. Bi kurtasî qala gelek efsaneyên dîrokî dike. Ev roman, her çi qa ku zaroka/ciwana bi kêf di kenîne, hew qa dike ku ji bo jîyaneke baş û serkeftî, pêşîya xwe bivînin, bifikrin û bala xwe bidin ser xwendinê, dîrokê!..

Êzingvanê meyî extîyar; di wê feqîrîyê de, tinebûnê de, dev ji karê xwe bernade, didomîne û zarokên xwe yî piçûçik jî qet îhmal nake. Wan bi haweyekî xweyî dike; lê dîyare ku pir delal. Ev sebir, cewher ji ku tê? Bi rastî jî, di virde hunera nivîskar pir muhîme. Belê, hêjaye ku mirov li ser bifikire. Êdî em galkirinê qut bikin û wesfa romanê, wisa pir dûvedirêj nekin. Ji xwe ev yek, ne pir pêwîste jî. Ji ber ku nimûna romanê li jêre. De keremkin, em tev bi hev re, qêtek ji nimûna romanê (Para Şêr), bixwînin…

Xalê Sado êdî hertim, di ber xwe de, bi kêf û coş digot:

“Şikir ji xwedê re, zarokên min dixwînin.

Wê bivin efendî û pêşîya xwe baş bivînin.

Ahmo laîke bive doktor û Çelo jî bive ébûqat.

Ez ê hingê ji wan re bikrim du dest cilê bi qerewat.” 

Lê, ji kêfa re hertim, hêstir diketin çavê wî û girînê wî dihat.

“Tu kurmacîya xwe ji bîra nekî, eger baş nizanî, divê zêdekî…”

(CEGERXWÎN)

Nîşe: Pirtûka di rêzêde, bi zimanê Tirkî:

Bimînin di nav xêr û xweşîyê de!..

Me bișopînin. Silav û rêz!..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .

Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal…

EBDILBAQȊ ELȊ

1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî

Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û…

Rebhan Rezedan (Rabhan Ramadan)

Pêşgotin

Gava ku Hafiz el-Esed di sala 2000î de çû ser dilovaniya xwe, Sûriyeyiyan bêhnfirehiyek kişandin û bawer kirin ku ew serdem û Heyama zordariyê bûye beşek ji boriyê ku êdî venagere. Lê belê, yê ku li şûna wî hat bêtir hov û bi kerta xirabtir bû, bi alîkariya…

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…