Helbest u Vidyo

JI HEYAMA ŞILÊRAN

Şukrî Şêx Nebî

ma çima ..

gula şilêran  rengîne

ji kevana keskesorê

tîrên şewşenan  birrîne ..!

ma çima..

istuxwar , barşîl û xemgîne

lawo ..

brîndarim

brîndarim lawo ..

xwîna xwe

bi xwe diparzênim

ji meya  pêsîrên şîl û gulavê   !

xwe berdidim..

şepêl dewsa  şepêlê

diherêkêm..

Dicle û Zap û Ferat

ma çima..

dil  mane bi tenê

bûne ardî..

ber destarê

sirûd û awaza felat   

awazên

di xacerêkên ..

soza  bi hezkirinêre

mane şaşomaş ..!

ma ne wisaya lawo

çaxa ..

tolaz û keysebaz û virtol

di bin çavên şevederêde..!

xwe  berdidin talanan..

di hawara xewna pakrewanan ..!?

dipijiqandin..

mirêkên ava  çavan..!

û çavmirêkên  asîmanan..?

bi destê xwasenaz û siloganan ..!

nepirse ..

lawo , nepirse..

çavên rastîyê mîna xunavanin

dilop, dilop

têne xwar..

ji çeşmên  şilêr û şîlanan..  ?

bi ser axa sirûd û helbesta welat

nepirse ..

lawo , nepirse

helbest ,  Ji xulîya dilan û gulan

xûz û xêz bûye ..!

de were ..

û bibêje

Yan jî..

were û bipêje ..?

dê ..

çi bikê bi tenê xîmav !

çaxa..

neçele neçele ..

rêbend li fîxana hezkirinê girtîbe …!?

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…