Sînemxan Bedirxan; Sirgûniya 172 Salan Û Eşqa Zimanê Kurdî

 Konê Reş

  Di sala 1947an de, anku ji berî 172 salan ve Osmaniyan karîbû serhildana Mîr Bedirxan bi dawî bînin û Bedirxaniyan ji Kurdistanê sirgûnî Stenbolê bikin, di pey re ew di çar kenarên dinyayê de belav kirin.. Lê wan Osmaniyan nikarîbûn, Bedirxaniyan dûrî zimanê wan bikin û zimanê wan ji devê wan derînin.. Wan Bedirxaniyan jî, li sirgûnê, di bin şert û mercên dijwar de, zimanê xwe parastin; di malên xwe de bi zimanê xwe axifîn, rojname û kovar pê weşandin..

  Erê ew Bedirxaniyên ku ji berî 172 salan ve dûrî Kurdistanê û civaka kurdî ketin, xaka Kurdistanê li wan hatiye qedexe kirin, piraniya neferên wan di sirgûniyê de mirin, lê zimanê xwe jibîr nekirin. Îro, ji wan Bedirxaniyan (Mîrzade Sînemxan Celadet Bedirxan) maye û niha li Hewlêrê akinciye. Ez wê wek nimûneyekê ji wê sirgûniya Bedirxaniyan ku evîdara zimanê Kurdî dibînim. Ev Bedirxaniya ku wê jî bi malbata xwe re, jiyana xwe di sirgûniyê de derbas kiriye.. zimanê xwe jibîr nekiriye û zimanê kurdî zimanê axaftina mala wê ye. Tevî ku ew bi çend zimanên biyanî baş zane, lê qebûl nake ku kes di mala wê de, ji bilî zimanê kurdî biaxife.
Dema ku yek pêre bi kurdî diaxife, bawer nake ku wê tev jiyana xwe li dervî Kurdistanê derbas kiriye, hêj bi şêwezarê Botanî xeber dide.. Tevî ku ew di sala 1938an de li Şamê di sirgûniyê de hatiye dinyayê, bavê wê Mîr Celadet Bedirxan di sala 1893an de li Stenbolê di sirgûniyê de çêbûye, Diya wê Rewşen Bedirxan di sala 1909an de li Qeyserî di sirgûniyê de hatiye jiyanê, bapîrê wê Emin Alî Bedirxan di sala 1851ê de li Yûnan (girava Kirêtê) di sirgûniyê de hatiye dinyayê û bapîrê wê yê mezin (Mîr Bedirxan) di sala 1868an de li Şamê di sirgûnê de koça dawî kiriye.. Lê her ew Bedirxanî bi zimanê xwe ve man girêdayî û destê wan ji zimanê wan nebû û Sînemxan yek ji wa ye.
  Rast e sirgûnî û penaberî çetîn û dijwar in, lê zimanê dayikê di ser wan dijwariyan re ye. Di sala 2008an de dema ku em bi hev re di rojên çand û hunerê de bûn li bajarê Cizîra Botan, Sînemxan derbarî jana sirguniyê wiha got: “Sirgunî derba herî meizine ya ku li jiyana mirov dikeve.. Sirgunî jiyana mirovan peçe perçe dike..”
  Sed mixabin ku roja îro, ew kurdên me yên ku ji çend salan ve di penaberiyê de jiyana xwe derbas dikin, nizanim çima zimanê xwe di ser guhan re davêjin.. di malên xwe de, bi zarokên xwe re bi zimanê biyaniyan xeber didin..?! Zarokên xwe fêrî zimanê biyaniyan dikim û fêrî zimanê Kurdî nakin! Û ya seyir ku roja îro gelek rêxistinên me siyaset û kurdewariya xwe bi zimanê biyaniyan dikin?! Nexasim li Rojava û Bakur..
  Belê sebaretî Bakuriyan û neguhdana wan bi zimanê kurdî, ev yek ne tenê di nav penaberên wan de ye, belê ya sosretir ku, ew di bajarên xwe de, wek ku bi tirkî xeber didin bi kurmancî xeber nadin..?! Mêzekin! Nisêbîn û Qamişlo du bajarên di rex hev de ne, wek du bajarên cêwî ne, roja îro bêtir ji nîvê xelkên Nisêbînê bi tirkî xeber didin..! Lê em li Qamişlo şerim dikin ku em bi hev re bi erebî xeber bidin.. Dikarim bêjim; em nizanin bi hev re, bi zimanê erebî xeber bidin..!
  Bela ev nimûneya Bedirxanî (Mîrzade Sînemxan Bedirxan) li ber çavên me be.. Li ber çavên penaberên me be.. Eger neyar karibe me ji welatê me penaber bike, bela em zimanê xwe penaber nekin.. Zimanê me dayik û welatê me ye.
Silav li te bin Mîrzade Sînemxan Celadet Bedirxan.. Silav li zimanê  me be, dayika me Kurdan!.

Konê Reş/ Qamişlo 05/10/2019
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…